Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest:Yekgirtina Kurdên Sûriyê Û Ambargoya Amerîka ya Ser Şamê


William Roebuckli bakur û rojhilata Sûriyê
William Roebuckli bakur û rojhilata Sûriyê

Demek dirêje partî û hêzên kurdên Sûriyê di nava hewildanên ava kirina yekîtiya xwe û pêkanîna eniyek kurdî yekgirtî dane, bi armanca bersîng girtina astengiyên niha û siberojê li bakur û rojhilata Sûriyê.

Çend meh berê Mazlûm Abdî fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê bang li hêz û partiyên kurdên Sûrî kir bû da ku dest bi rêxistina nav mala kurdî bikin û astengiyên di rê da bihên rakirin û yekîtiya partî û tevgerên kurdên Sûriyê pêk bê.

Piştî destûr dayîna li herêmên Rêveberîya Xweser ya Demokratîk, li bakur û rojhilata Sûriyê, partiyên di nava Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê ENKSê da, ofîsên xwe dan vekirina û heta niha çend civînên giştî û taybetî di nava partî û rêxistinên di nava TEV-DEMê û PYD ji aliyekî û partiyên di nava ENKSê da, ji aliyê din pêk hatin. Lê heta niha encamek konkret û zelal ji hewildanên yekbûna Kurdên Sûriyê derneketîye.

Roja Sêşemê 26ê Gulanê şanda ENKSê ji herêma Rêveberîya Xweser serdana Kurdistana Îraqê kir, weke raportên ji herêmê dibêjin, şanda ENKSê ji deriyê sinorî yê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistana Îraqê bûne, lê wan sedema çûna xwe nedaye eşkere kirin.

Ji aliyê din Amerîka yasaya Qeyser ya amborgoya aborî bo ser rejîma Esad û berpirsên Dîmeşqê amade kiriye, tê çaverê kirin ku di çend rojên bihên da biryara ambargoya ser Dîmeşqê bikeve di warê praktîze kirinê da.

Roja Şemiyê nûnerê Amerîka yê bakur û rojhilata Sûriyê William V. Roebuck li herêmê civîn li gel berpirsên Rêveberîya Xweser û berpirsên pêkhateyên wê herêmê pêkanî bûn.

Roebuck li gel berpirsan û nûnerên gelên li herêmê behsa astengiyên heyî û ambargoya çaverê kirî ya Amerîka bo ser rejîma Dîmeşqê kir.

Dr. Kemal Sîdo
Dr. Kemal Sîdo


Bo danûstandina li ser vê mijarê û guherînên li herêmê dê pêk bên, bernama "Hest û Helwest" mêhvandarîya berêz Dr.Kemal Sîdo berpirsê Rojhilata Navîn yê Komela Gelên li jêr Gefan, ji Almanya û berêz Fethullash Huseynî Endamê Desteya Nûneratiya Rêveberîya Xweser li Herêma Kurdistana Îraqê kir, herdu berêzan di bernamê da dîtin û nêrînên xwe anîn ziman.

Pêşî berêz Dr.Kemal Sîdo got, Ew li dor yekîtiya kurdên Sûriyê negeşbîne. Sîdo dibêje, jiber ku gelek kîn heye di navbera Kurdan da, bi taybet di navbera aliyên PYD û TEV-DEMê ji aliyekî û ENKSê de ji aliyê din, di nava wan da gelek xerbaî çêbûne û zirar gihandiye hev, jiber wê yekê pêkanîna enyek yekgirtî û yekîtiya kurdên Sûriyê bi zemhet bigihe encamekê, berêz Sido dibêje.

Dr. Kemal herwiha sedemek din yê ku kurdên Sûriyê nikarin bibin yek bi bandora Tirkiyê, KDPê û PKKê li ser partiyên kurdên Sûriyê girê dide.

Fethula Husyenî
Fethula Husyenî


Herwiha berêz Fethullah Husyenî got, heta niha gelek civîn di navbera hêzên di nava Rêveberîya Xweser û ENKSê da pêk hatine, carên dawî civîn li Qamîşlo pêk hatine ne li Duhok, yan ciyekî din.

Fethullah Husyenî di nêrîna xwe da yê gerhşbîn e û got gelek qunaxên bizehmet hatine derbaz kirin û aliyên siyasî û hêz û partiyên Kurdên Sûriyê nêzîkî yekîtiya xwe bûne.

XS
SM
MD
LG