Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Hebûna Hêzên Rûsiya li Bakurê Rojhilatê Sûriye Lê Tirsa Xelkê Dewan Dike


Piştî vekişana hêzên Amerîka ji beşek ji Bakur Rojhilatê Sûriyê û hatina hêzên hikûmeta Sûrî ji bo parastina sînorên Bakurê Sûriyê ji êrişa çekdarên opesizyona Sûrî û dewleta Tirkiyê,lê welatî ta nih ji berdewambûna êrişên Tirkiyê bi tirsin ,ew dibînin ku Rûsiya bi sozin xwe ranabe û Efrîn jî mezintirîn nimûne ye .

Ligor Hîşar Mihemed ji Dengê Amerîka re ragihand:Hatina Rûsiya ji Bakur Rojhilatê Sûriyê re ji bo çesbandina desthilatdariya hikûmeta Sûriyê ye .

Tevî ku Rûsiya duyem mezintirîn hêza leşkerî li cîhanê ye û li şûna parêgehên leşkerî li Bakurê Sûriyê yên Amerîka jê vekişiyayî parêgehên xwe avakirine ,lê welatî Rûsiyan wek Amerîka ji xwe re pişt nabînin, ew cûdahiya navbera Rûsiya û Amerîka de dinirxînin ku Amerîka piştgiriya destgeftên gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê bidest xistî dike, berevacî Rûsiya,ku dixwaze van destgeftiyan ji wan bistîne .

Gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê çaverêya rêkeftina Siyasî di navbera hikûmeta Sûrî û rêveberiya xweser de ne ,ku dê awayê birêvebirina rêveberiya wan bi çi awayî be,ku guftûgoyên herdû aliyan ta niha negihiştine tu encaman .

Rêber Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00


XS
SM
MD
LG