Serokatiya Herêma Kurdistanê di peymaeke taybet ya di hesaba xwe ya platforma X'ê debang li hemû aliyan dike ku zimanê diyalogê û çareseriya aştiyane bipejirînin "bi awayekî ku dadmendî û wekhevî ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê, di nav de gelê Kurd, misoger bike û beşdariya wan ya çalak di avakirina paşeroja welat de misoger bike."
" Em li ser parastina ewlehî, aramî û berjewendiyên hemû gel û civakên herêmê ne." Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê got.
Pitî ketina rejîma Esed, Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Yekşemê got daxuyaniyek weşand û got, "Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi berdewamiya peywendiyên hevseng di nava Iraqê de û kar bo bihêzkirina hevkariyên herêmî û navdewletî ji bo dabînkirina aramiyê li Sûriyê dûpat dike. Em her nakokiyek ku rewşa navçeyê aloz bike red dikin.
Herêma Kurdistanê bang li civaka navdewletî û welatên herêmê kir ku rola xwe ji bo çareseriya aştiyane bilîzin û got, "Em piştgiriya xwe ji bo daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo aştî û azadiyê dubare dikin."
Beriya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, “Bi lez guhertin û rûxandina rejîma desthilatdar li Sûriyê serdemeke nû bi xwe re anî.
Hikûmetê di daxuyaniya xwe de got: "Em rêzê li biryar û îradeya gelê Sûriyê digirin û hêvî dikin ku siberoja Sûriyê azad, aştiyane, demokratîk û aram be ku tê de mafên hemû gel û civakan bên parastin."
Piştî destpêkirina şer û pevçûnên li Sûriyê, hejmareke zêde ya penaberên Sûriyê derbasî Iraqê bûn, ku piraniya wan li Herêma Kurdistanê di kampan de dimînin. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, niha nêzîkî 270 hezar penaberên Sûriyê li kampên Herêma Kurdistanê hene.
Piştî pêşdeçûna bilez û asan ya hikûmeta Beşar Esed di hefteya borî de û girtina bajarên Heleb, Hums û Der'aa, roja Yekşemê bêyî rûbirûbûna berxwedaneke tund çekdarên opozisyonê karîn xwe bigihînin Şama paytexta Sûriyê.
Bi ketina opozîsyonê ya Şamê û reva Beşar Esed ji Sûriyê, desthilatdariya 53 salan ya malbata Elewî li wî welatî bi dawî bû.