Hekîm Lokman ku ji Herêma Kurdistanê ye li Stenbolê navçeya Fatîh li taxa Aksarayê di roja 1 Îlonê de hate kuştin.
Li gor jêderên agahdar tê dîyarkirin ku Hekîm Lokman jiber ku li ser telefonê bi malbata xwe re bi Kurdî axiftin kirîye ji alîyê grubeke netewperest ve rastî êrîşê nefretê hatîye û ew bi kêran kuştine.
Hekîm Lokman bi xwe karsazekî Kurd e û çend roj berê hatiye Stenbolê û li Aksarayê oteleke de dimîne. Xizmê wî Ekrem Nesrullah piştî kuştina Lokman di daxûyanîya xwe ya çapemenîyê de wiha got:
“Ew jibo sê rojan odeyeke otêlê digire. Ji otêlê derdikeve û saet di 01:30’an de diçe kafeteryayê. Li wê derê bi mamê xwe re li ser telefonê bi Kurdî diaxive. Komeke ku ji 10-12 kesan e, pêk dihese bihîstin ku ew bi Kurdî qise dike. Li ser vî jî ji Hekîm re bi Tirkî dijûn dikin. Ku Hekim Tirkî dizane vê yekê qebûl nake û dij derdikeve. Ew grûp yekser êrîş dibin ser wî û kêrê li ser dilê wî dixin. Berî ku rakin nexweşxanê ew dimire.”
Hekîm Lokman 45 salî ye, du xizmên wî Saît Muhsîn û Şêx Bîlal ji li gel wî rastî êrîşan tên û di hin cîyên xwe de ew ji birîndar dibin.
Walîtîya Stenbolê piştî bûyerê li pey grubê bikeve jî lê du xizmê wî Mûhsîn û Bîlal digre binçav û paşê jî berdide.
Heyeta ku ji Alîkarê Walî û Midûrê Ewlekarîya Giştî û Cînayetê ya Saxên Emnîyetê pêk tê li Midûrîyeta Tiba Edlî cinazeyê Hekîm Lokman muayene kirin. Piştî vî hate ragihandin ku dîplomatekî ku li Serkonsolosxaneye Iraqê ya Stenbolê dixebite çûye Sazîya Tiba Edlî û agahî wergirtîye.
Komela Mafên Mirov (ÎHD), piştî vê bûyerê di daxûyanîya xwe de ev êrîş şermezar kir û bangî Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya kir û xast kiryar werin eşkerekirin:
“Hekîm Lokman, jiber ku Kurdî qise kirîye û bi kêrê hatîye qetilkirin, em dixwazin kujerên Hakîm Lokman zûtirîn demê de bên dîtin. Em li vir bang dikin û dibêjin êdî van êrîşên nîjadperest rawestînin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncel Bakirhan jî li ser kuştina Hekîm Lokman bertêk nîşan da û got:
“Ez qetilkirina welatiyê Herêma Federal a Kurdistanê Hakîm Lokman bi awayekî tundî şermezar dikim. Ev êrîş êrîşeke li dijî Kurdan e. Yê ku hewaya sîyasî û civakî jehrî dike, polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Ev êrîşên organîze yên dawîyê ku li dijî karker, ziman, çand û stranên Kurdî tên kirin, berpirsîyarê van hemû êrîşan dewlet e.”