Piştî salekê ji destpêkirina şerê Hamas û Îsraîlê li Gazayê, ev şer derbazî Lubnanê jî bi Hizbullah re bûye. Herwiha egera hevrûbûneke rasterast ya Îran û Îsraîlê zêde dibe ku Sûrîyê û herêmên Kurdî anku Rojava ji çirûskên van nakokîyan ne dûr e.
Di nava vê girjîyê de behsa guhertinên cîopolîtîk li Rojhilata Navîn tê kirin, anku nexşeyên nû û hevpeymanên nû di Rojhilateke Navîn ya nû de derdikevin holê.
Di bernameya Mijara Rojê, ya Dengê Amerîka de, hin şîrovekaran behsa cîhê Kurdan di nava pêşhateyên li herêmê de kirin, wan tekez kir ku pêdivîya Kurdan bi helwesteke yekgirtî heye daku nebin zerarmendên girjîya li herêmê, lê karibin ji guhertinên çêdibin sûdê bigrin.
Rêvebirê Navenda Kurdî ya Lêkolînan li Almanya Newaf Xelîl dîyar kir ku Xweserîya Demokratîk li Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji pêşhateyên li ser asta herêmê çêdibin haydar e ku têgihiştineke baş ji sîyaseta navdewletî re heye, herwiha lêgerînek heye ku tiştê berî 101 salî li Lozanê çêbû dubare nebe.
"Berjewendîyên gelê Rojavayê Kurdistanê herwiha pêkhateyên herêmê bi hêzên hevpeyman (Amerîka û Ewrupa) re dighêjin hev, Xweserîya Demokratîk û HSDê jî li ser vê bingehê dixebitin ku hevkarî ne tenê leşkerî be lê derbazdarî warên sîyasî û pêşxistina binesazîya herêmê be jî", Xelîl got.
Herwiha, Nivîskar û Lêkolerê Sîyasî Alan Pîrê behsa gefên li ser Kurdên Sûrîyê û herêmên wan kir ku êrîşek di dijî Îranê çêbibe wê demê herêmên Kurdan wê bi şer neyînî bandor bibin.
Derbara danûstandina ligel vê rewşê de, Pîrê got ku "Divê Kurd bi zanebûn ligel pêşhateyên li herêmê diqewimin tevbigerin û li ser bingeha nirxên hevbeş nêzîkî hev du bibin, herwiha di mijara alozîya Sûrîyê de divê giranîyê bidin rêyên çareserîyê û têkilîyên bi Şamê re".
Herwiha, Çalakvana Sîyasî û Civakî Mehweş Şêxî dîyar kir ku guhertinên mezin li Rojhilata Navîn çêdibin, loma divê Kurd jibo van guhertinan amade bin û ji nakokîyên partîtî dûr bikevin.
"Her du projeyên Îslama sîyasî yên sunnî û şîyî bi rêbertîya Tirkîyê û Îranê li herêmê têk çûn, ev jî derfetek e jibo gelan di nav de jî Kurd ku sûdê ji guhertinan bigirin û bigihêjin mafên xwe", Şêxî got.
Ji alîyê xwe ve Dr. Weysî Çiya, Profesorê Peywendîyên Navnetewî li Zanîngeha Îbrî li Orşelîmê bal kişande ser helwesta faktorên herêmî bi taybetî Îran û Tirkîyê ji guhertinên cîosîyasî li Rojhilata Navîn.
Çîya îdîa kir ku ji dema îmzekirina (Peymanên Ebraham) yên aşîtîyê di navbera welatên Ereb û Îsraîlê de sala 2020an pêvajoya guhertinê li herêmê destpê kiriye û piştre li ser korîdora aborî ya Hindistan, Rojhilata Navîn heta Ewrupa (IMEC) hatibû lihevkirin.
"Îran û Tirkîyê li dijî vê pêvajoyê derketin jiber ku ev peyman û korîdor wan derbaz dike û rola wan ya sîyasî û aborî paşguh dike, loma wan xwest bi êrîşa
Hamasê vê pêvajoyê asteng bikin", Çîya got.
Sîyaset û helwesteke çawa ji Kurdan tê xwestin Çîya nêrîna xwe wiha şîrove kir "Divê Kurd ji dîroka xwe fêr bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin dûr ji berjewendîyên teng, jibo vê yekê jî divê sîwanek yan jî platformeke netewî were ava kirin".