Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşhateyên Dawî li Herêmên Rêveberiya Xweser li Sûrîyê


Li herêma Qamîşlo trumbêlek bo armanca drona Tirkî
Li herêma Qamîşlo trumbêlek bo armanca drona Tirkî

Di 24 demjimêrên derbazbûyî de çend pêşhate û guherîn li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê pêkhatine, ev çend bûyerên jêr yên herî giring bûn ku bandora xwe li ser rojeva herêmê û rûniştvanên wê hebû.

- Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê gundê Um EL-Kêf topbaran kirin.
- Ji ber topbaranê stasyona elektirîkê ji kar ket.
- Droneke Tirkiyê otombîlek li bajarê Qamişlo kire armanca xwe.
- Hêzên hikûmeta Sûriyê li rojhilatê Feratê bi cih dibin.

Roja 23ê tîrmehê, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê gundê Um EL-Kêf ê yê li rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir, her wiha gundên Um EL-Qura û Hesaçik yên girêdayî navçeya Şehbayê hatin topbaran kirin.
Di encama topbarana li ser gundê Um EL-Kêf de stasyona elektirîkê ji kar ket. Ew stasyon, elektirîkê dide navenda Til Temir û gundewarên wê.

Tê zanîn ku ji Cotmeha 2019’an ve ev 30 car in bi awayekî yekser tor û stasyonên elektirîkê li gundewarên Tiltemirê rastî topbaranê tên.

Li aliyekî din, roja 22ê tîrmehê demjimêr 7ê êvarê, droneke Tirkiyê otombîlek li bajarê Qamişlo kir armanc.

Otombîl li rojhilatî bajêr, nêzî rêbenda hêzên ewlekariya hindinrîn, hat armanckirin, di encamê de otombîl bi temamî şewitî û 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî êrîşê, heya niha hêzên ewlekariya hindirîn ti daxuyanî nedane û agahî parve nekirine.

Di heman rojê de artêşa Tirkiyê û hêzên girêdayî wê bajarokê Til Rifetê li bakurê Sûriyê topbaran kirin.

Her wiha di haman demê de gundê Kefir Garês ê Şehbayê û derdora Kampa Vegerê li gundê Ziyartê yê navçeya Şêrawa hatin topbarankirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja pêncşemê 21ê tîrmehê droneke artêşa Tirkiyê rêya di navbera Amûdê û Hesekê de rastî gundê Qîra topbaran kir, di encamê de ti ziyan çênebûn.

Her wiha li navçeya Eyn Îsa ya artêşa Sûriyê eniyên xwe bihêz dike û topxaneya xwe amade dike, Ev piştî lihevkirina Rûsya û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê, ku rê li ber her êrîşeke Tirkiyê bê girtin.
Leşkerên artêşa Sûriyê li navçeyên rojhilatê Çemê Firatê û li ser sînorê Sûriyê yê ligel Tirkiyê hatine belavkirin, helîkopterên Rûsî jî bi berdewamî çavdêriya rewşê dikin.

Li gorî pêşhateyên dawî, Iran û Rûsyayê li dijî encamdana her êrîşekê ne ji aliyê Tirkiyê ve. Amerîka û HSD jî dibêjin, her êrîşeke li ser xaka Sûriyê wê bikeve xizmeta DAIŞê û bihêle ew rêxistin careke din vejîn bibe.

Raporta Qamîşlo 23 07 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:06 0:00
XS
SM
MD
LG