Astengên ser zimanê Kurdî li Tirkîyê di her warî de hene û di Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî de jî zimanê Kurdî rastî astengîyan hat.
Parlamanterê Wanê yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Sînan Çîftyurek xwast ku li kursîya meclîsê Kurdî biaxife, lê mîkrofona wî hate birîn.
“Sazîya Ziman ya Tirkîyê ferhenga Kurdî derxistîye. Televîzyona dewletê TRT Kurdî weşan dike, kurdolojîya Kurdî hatîye vekirin. Hêlekê de evana hene di hêla din de jî em li vir di bin sîbana meclîsê de rastî astengîyan tên. Eva nakokîyeke pir mezin e,” Çîftyurek got.
Li Enqerê dema ev yek li parlementoyê diqewimî, li taxeke din ya Enqerê hin çalakî hatin çêkirin.
Komela Ziman Çand û Hunerî (ANKA-DER), Komela Mafên Mirovan (ÎHD) Baskê Enqerê, Ana Fatma Cemevî, Însîyatîfa Azadîya Ramanê ya Enqerê, Însîyatîfa 78’an li ser astengên zimanê zikmakî konferanseke hevpar li dar xistin. Di civînê de Kurdî, Filêkî, Lazkî û bi hin zimanên din axaftin hatin kirin, helbest û çîrok hatin xwendin.
Kesên ku du konferansê de peyîvîn bêtir li ser sîtema Tirkîyê ya tekzimanî rawestîyan ku ew sîstema heyî gelek ziman tune kirine û li Tirkîyê goristana zimanan saz kiriye.
Hevserokê ANKA-DER Mehmet Zekî Gonuldaş got ku zimanê Kurdî li Tirkîyê di nav asteke xeter de ye.
“Di Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî de em dibînin ku di nav parlementoyê de li hemerî zimanê Kurdî astengî tên derxistin. Heman tişt li ser şano, muzîk û perwerdeya Kurdî jî tê meşandin. Heta niha tu tişt bi astengîyan nehatiye çareser kirin. Pêwîst e li Tirkîyê zimanê Kurdî bibe zimanekî resmî û perwerdeyê.”
Emîne Oguz jî got ku dewlet bi zanetî naxwaze ku zimanê Kurdî pêş bikeve.
“Zimanê Kurdî ji alîyê dewletê ve wek zimanekî fermî nayê pejirandin. Lê ew çiqas bêjin zimanê Kurdî ne qedexe ye jî em di pratîkê de dibînin ku qedexe ye. Em vê yekê di jiyana rojane de jî di nav sazîyên dewletê de jî dijîn.”
Mamostaya zimanê Kurdî Ferîde Akturan jî dîyar kir ku li Tirkîyê gelek ziman ber bi tunebûne ve diçin, ku Zazakî jî yek ji wan e.
“Êdî ti kes bi Zazakî napeyîve. Sedema wê yekê sîstema dewletê ye. Bi zanetî her cûre astengî li pêşîya Zazakî tê derxistin. Gava zimanek nebe zimanê fermî rastî tiştên wiha tê. Niha Zazakî jî ber bi tunebûnê ve diçe.”