Êvariya roja Şemiyê 16'ê Adarê, kesek li bingeha Zirgwêz ku partiya Komele ya kurdên ji astana Kurdistana Îranê lê dimînin hat kuştin.
Jêderekî di nava partiya Komelê de gotiye Dengê Amerîka, kesê ku hat kuştin, endamê Komela Şorşgerane û yek ji pêşmergeyên kevin yên wê partiyê bû, lê îro danê êvarê ji aliyê yek ji "hevalên" wî ve hatiye kuştin.
Li gorî çavkaniya ji Partiya Komale ku nexwest navê wî were eşkerekirin, nasnameya kesê kuştî bi navê (Şûyaib Zar'î) ragihand û got ku ew di temenê nêzî 39 salîyê de ye, rûniştvanê herêma Text ya girêdayî bajarê Sine ye, û endamê berê yê Komela Şoreşgeran e.
Li gor çavkaniyê kujerê Şûyaib navê wî wek (S.A) ragihand û got ku ew pêşmergeyekî Komeleya Şoreşgeran e, 4 sal in di nav wê partiyê de pêşmerge ye, ku îro danê êvarê hevalê xwe Şûyaib Zar'î kuştîye û reviya ye.
Dengê Amerîka derbarê bûyerê têkilî bi Ajansa Asayîşa Herêma Kurdistanê re danî, lê ti bersivek nehat.
Heta dema amadekirina vê raporê, Komela Şoreşger ti peyamek li ser wê bûyerê nedaye, Dengê Amerîka pêwendî bi çend endamên wê partiyê re kir ku zanyariyên derbarê bûyerê piştrast bikin, lê pêwendî bi dest neketin.
Li aliyek din malpera Rêxistina Mafên Mirov Hengaw ragihand ku Çalakvanê siyasî yê Kurd û pêşmergeyê Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Şûyaib Zar'î li nêzîkî baregeha wê partiyê li bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hat kuştin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Rêxistina Mafên Mirovan ya Hangaw, îro Şemiyê piştî nîvro, endamê Komela Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Şûyaib Zar'î yê (34) li nêzîkî baregeha wê partiyê li Zirgwêz hat kuştin.
Medya Komelê di raporteke kurt de derbarê bûyerê gotîye "Lêkolînên destpêkê nîşan didin ku Komara Îslamî ya Îranê li pişt wê kuştinê ye.
Jêder: VOA-Silêmanî/Hengaw