28.12.15 Kongreya Civaka Demokratîk ku jibo mesela xweserî û xendekan nîqaş bikin, bi civinek awarte ya ku du rojan dewam kir bi deklerasyonek bidawî hat. Di encamê de biryara xweseriya Demokratîk hat dayîn û bi 14 xalan naveroka wê hat diyar kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku, di sala 2011î de jî, xweserî hat bû ragihand in, lê naverok nehat bû amade kirin. Lê vê carê pêkhateyên KCDê naveroka xweseriyê û sîstema wê bi 14 xalan eşkere dikin.
Deklerasyona kongreyê bi Kurdî û Tirkî ji aliyê Hatip Dicle û Selma İrmak ve hat xwendin.
Hat îfade kirin têkoşîna civakî li hemberî helwesta desthilatparêz, di bingeha xwe de pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye.
Kongre xwedî li biryara kolandina xendekan derket û hat gotin ev tiştê ku îro di bin navê xendekan de tê nîqaşkirin û bûye sedema bingehîn a meşrûkirina êrîşên terorwarî yên dewletê, di rastiyê de têkoşîna gel a li hemberî van êrîşan xweparastin, xwerêvebirin û înşakirina demokrasiya heremî ye, Deklerasyona kongreya KCDê de hatî.
Ji ber ku tu mafekî gelê Kurd yê hiqûqî, siyasî û civakî nayê pejirandin, gelê Kurd jî bi berxwedana xwe ya cewherî ketiye nav pêvajoya têkoşînê. DTK got ev têkoşîna gelê kurd a demokratîk û rewa dê teqez bi ser bikeve.
“Em wekî DTK - KCD, bi her awayî xwedî li van xweseriyên demokratîk derdikevin û piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe ya mafdar û rewa. Em tevlîbûn û piştgirîdayîna hemû gelê Kurd û gelên tirkiyeyê, xwedîderketina li vê têkoşînê, wekî têkoşîna demokrasî û azadiyê dibînin. Tiştên ku niha tên jiyandin ne ew tiştên ku AKP wekî pirsgirêka xendek û barîkatan dibîne ne. Ev pirsgirêk pirsgirêka demokrasiyê ye."
herweha di Deklerasyonê de hat gotin daxwaza demokrasî û Azadiyê di bingeha xwe de daxwaza statuya siyasî ye û divê çareserî jî bi rêbazên muzakereyên siyasî be. Ji bo çareseriyeke mayinde derbikeve holê, DTK azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan wekî şertekî jêneger destnîşan kir.
-Li gorî encamê tê xwestin ku di seranserê welatî de li gorî nêzîkbûn û têkiliyên çandî, aborî û erdnîgarî, bi tevlîbûna yek an jî çend bajarên cîran, heremên xweser ên demokratîk bên tespîtkirin.
-Herwiha li hemû heremên xweser an jî bajar divê li gorî bingeheke demokratîk ji aliyê meclîsan û rêvebiriyên ku ji meclîsan hatine hilbijartin ve li gorî makezagona nû ya demokratîk a Tirkiyeyê bên birêvebirin. Ligel vê divê temsîlkarên herêmên xweser bi awayekî temsîlî xwe tevlî rêvebiriya meclîsa navendî,TBMM’ê bikin.
Digel van daxwazan hatiye destnîşan kirin herêmên xweser wê bi meclisên jin, ciwan, bawerî bi beşdariya hemî rengên civakê birtar bên girtin. Herwiha ji sîstema saxlemiyê, ya aborî, ya çandinî, perwede û heta trafika erde, hewa û behre jî wê ji aliye herêmên xweser werin diyar kirin. Herwiha hat îfade kirin ku sisetam xweparastin û asayişe li herêman were diyar kirin.
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di axafina xwe ya kongrê de got bû ku, an sistema federal an serbixwe wê Kurdistan bibe xwedî statu û ev, sedsala Kurdan e.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Yalcin Akdogan li ser gotina Demirtaş got “Ew fersate ku pêvajoyê têk bir neha jî siyaseta demokratîk jehrî dike. Bi gefa terorê siyaset nabe. Sedî 10 dengên ku stend bûn, hewalê hesabê Kandilê kirin.
Parlamenterê AKPê yê Amedê Galip Ensarioglu jî jibo encama kongreya KCDê got: "Di rastiyê de ciyê wê tuneye. Em ne di heman hizrê de bin û biryarê wan nepejirînin jî tiştek normale ku ew jî proje xwe çekin û daxwaz bikin. Lê ev bi zorê û kuştin û bi gefan nabe.”