Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniyên Wezîrê Berevanî û Wezîrê Derve Yên Hikûmeta Sûrî Ser Kurdan


Ehmed El-Şeri'Serokê Desthilata Demkî ya Sûriyê û hin Lîderên (HTŞ) ê li Şamê
Ehmed El-Şeri'Serokê Desthilata Demkî ya Sûriyê û hin Lîderên (HTŞ) ê li Şamê

Li gorî ajansa AFP, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê dibêje ji bo danûstandinên bi Kurdan re ew vekirî ne, lê ew dîsan ji bo "bikaranîna hêzê" jî amade ne.

Wezîrê berevaniyê yê Hikûmeta demkî ya Sûriyê got ku desthilata demkî li Sûriyê ji bo gotûbêjan bi Koma leşkerî (HSD) ya bi pêşengiya kurdan re li ser çareseriya nehiştina hêzeke weha amade ne, lê ew bikaranîna hêzê jî red nakin eger danûstandin negihan ti encaman.

Murhef Ebû Qesra Wezîrê Berevanî yê hikûmeta demkî ya Şamê ji rojnamevanan re, ku di nav de AFP jî hebû got, "deriyê danûstandinê ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk ya bi pêşengiya Kurdan -HSD re niha vekirî ye, lê "ger neçar be ku em hêzê bikar bînin, em ê amade bin".

Di heman demê de, Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyê Es’ed Hesen El-Şîbanî di hesaba xwe ya fermî ya X'ê de doh peyamek derbarê kurdan de weşand û dibêje;

"Kurd li Sûriyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin. Civaka Kurd li Sûriyê ji aliyê rejîma Esed ve rastî neheqiyê hat. Em ê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike."

Ji Hejî bîrxistinê ye ku ev peyama El-Şîbanî bi zimanê Kurdî ye û herwiha bi zimanê Erebî jî heman peyam weşand.

Jêder: AFP/X

XS
SM
MD
LG