Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Tirkîyê li Ser Herêma Şehba Berdewam In


Topbaran Tirkiyê li Gundewarên Tilrifaat
Topbaran Tirkiyê li Gundewarên Tilrifaat

Topbaran û bombebarana artêşa Tirk li ser herêmên bakurê Sûrîyê di roja 8ê de berdewam dikin.

Şeva çûyî û di demjimêrên berbangê de firokeyên cengî yên Tirkîyê firokxaneya Minix, gundên Meranaz û Şiwarxa li herêma Şehba bombebaran kirin, ku agahîyên piştrast dor zerarê nehatin zanîn.

Di vê derbarê de navenda ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk bîlançoya 24 seetên dawî ragihand, ku li herêma Şehba û nahîya Şêrewa ya Efrînê 20 cîh hatine armanc girtin û pirtie ji 400 mûşek û topên hawan û tankan lê ketine.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîşên artêşa Tirk di demekê de tên ku, serokê wî welatî gefa operasyoneke leşkerî ya bejahî li dijî bakurê Sûrîyê dixwe, ku Til Rifet, Kobanê û Minbic weke armanca vê operasyonê dest nîşan kirine.

Herwiha tê zanîn ku li herêma Şehba ku Til Rifet bajarekî serke ye li vê deverê, hêzên cuda hene, ku Hêzên Rizgarîya Efrînê, artêşa rejîma Sûrî, milîsên Îranê herwiha hêzên Rûsî jî li çend bargehan bicîh dibin.

Topbaran Tirkiyê li Gundewarên Tilrifaat
Topbaran Tirkiyê li Gundewarên Tilrifaat

Li hember vê rewşa leşkerî şopîner dibînin ku, çi operasyona bejahî ya Tirkîyê li herêma Şehba bê erêkirina Rûsya û Îranê ne pêkan e çêbibe, ne ku tenê hêzên wan li herêmê hene, lê ji ber ku operasyona Tirkîyê dê gefê li her du bajarokên Şîe, Nubul û El-Zehra, herwiha li bajarê Helebê çêbike.

Ji alîyê xwe ve fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mazlûm Ebdî, di konferanseke rojnamevanî de doh bal kişand ser helwesta Rûsya û Îranê, ku wan berê operasyona Tirkî red kiribû, ku tê xwestin ew li ser vê helwesta xwe bimînin.

Herwiha alîyên Sîyasî ku jêr sîwana Meclîsa Sûrîya Demokratîk de ne, bi daxuyanîyekê ji bîragiştî re êrîşên Tirkîyê şermezar kirin, û ji welatên garantor hat xwestin ku bi erka xwe rabin û rê nedin tu êrîşên ezmanî yan bejahî, ku bibin sedema komkujî û koçberîyê.

Hêjayî bi bîr xisitnê ye ku pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînî li herêma Şehba û nahîya Şêrewa dimînin, ew ji ber êrîşên Tirkî yên berdewam bi tirs û gazinc in, ku careke din bi neçarî derbider bibin.

Raporta Efrînê, 27 11 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00
XS
SM
MD
LG