Piştî operasyona artêşa Tirkîyê li ser Serêkaniyê di 9'ê Cotmeha 2019'an de, li jêr navê Operasyona "Kaniya Aştiyê" de, zêdetirî 162,500 welatiyên wê yên resen derbider bûn.
Hejmarek derbiderên Serêkanîyê li du kampan li Hesekê hatine bicîkirin. Hejmara herî mezin li bajarên Hesekê, Amûdê û Qamişlo dimînin.
Derbiderên Serêkanîyê dibêjin ku mal û milkên wan li bajarê wan yê resen ji alîyê komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve hatine desteserkirin.
Gulbuhar Şêxmûs Oso ya 30 salî û tevî malbata xwe 4 salan ji bajarê Serêkaniyê derbiderî Qamişlo bûne.
"Mal û milkên wan ji aliyê çekdarên Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ya bi ser Tirkîyê ve hatin e desteserkirin," Gulbuhar got
Li gor navendên çavdêriyê û belgekirina binpêkirinan, artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî Sûrî dest danîne ser zêdetirî 5650 xanî, 1200 dikanên bazirganî û pîşesazî û nêzîkî milyonek donim ji zeviyên çandiniyê li wê herêmê, ji bilî valakirina 55 gundên Serêkaniyê.
Ezedîn Salih, rêvebirê cîbicîkar yê komeleya Hevdestî, dibêje ku ev binpêkirin hemû hatine belgekirin.
"Yek milyon donim ji zeviyên çandiniyê li Serêkanîyê hat desteserkirin," Ezedîn Salih got
Li gor çavdêran, 85 ji sedî ji rûniştvanên resen yên bajêr mal û milkên xwe li dû xwe hiştine û derbiderî bajar û kampan bûne.
Li gor Komela Hevdestî ku ji nêz ve çavdêriya rewşa Serêkaniyê û gundên wê dike, tenê 45 Kurd li Serêkaniyê mane herwiha kêmtirî 10 kesên Êzîdî, Ermenî û Suryanî lê mane, ku piraniya wan temen mezin in.
Li aliyekî din, zêdetirî 2300 malbatên çekdaran û malbatên din yên Sûrî ku ji hundirê Tirkiyê hatine veguhestin û li şûna rûniştvanên resen hatin bicihkirin. Li gor raportan, di nav wan de 66 malbatên DAIŞ'ê ne, ku piraniya wan Iraqî ne .
"Li Serêkanîyê ji alîyê Tirkîyê ve guhertina demografî tê kirin," Ezedîn Salih got.
Çalakvanên mafê mirov tekez dikin ku Artêşa Tirkîyê navçeya Serêkaniyê weke perçeyek ji erdnîgariya Tirkîyê birêve dibe ku girêdayî Eyaleta “Şanlîurfayê” ya Tirkîyê ye.
Li gor çavdêran, karên ku niha li Serêkaniyê ji aliyê artîşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve tên kirin demografiya wî bajarî diguherînin.
Mihemed Haco, endamê Komeleya Koçberên Serêkanîyê, yek ji wan kesên ku mal û milkên wî hatîye destserkirin, dibêje guhertina dîmografî Tirkîyê dike û malpatên çekdarên Sûrî li bajêr bicî dike.
Di destpêka Gulana 2022'an de, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihandibû, ku Enqere projeyekê amade dike ku rê bide "vegerandina bi dilxwazî ya milyonek penaberên Sûriyê yên ku Tirkiyê mêvandariya wan dike bo welatê wan".
Piştî vê daxuyaniyê dewleta Tirk bi darê zorê bi hezaran welatiyên Sûriyê vegerandin Bakurê Sûriyê û hejmareke mezin ji wan li Serêkaniyê hatin bi cih kirin.
Parêzer ji aliyê xwe ve diyar dikin ku karê li Serêkaniyê tê kirin li gorî yasa û zagonên navdewletî sûcên mirovahiyê ne.
“Benda 17'an ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan destnîşan dike ku "pêwîstî bi rêzgirtina mafên milkiyeta kesên ji cih û warên xwe koçber bûn heye." Parêzer Mahmûd Cemîl got.
Li gor rêxistinên mafan, di çar salên kontrolkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdarên Artêşa Niştimanî Sûrî yên Îtlafa opozîsyona Sûriyê va bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê de, binpêkirin û sûcên dijî mirovahiyê tên kirin.
Li gor raporên ji aliyê navendên belgekirinê ve hatine belavkirin, Artêşa Tikriyê û çekdarên girêdayî wê hin dever ji Serêkaniyê kirine baregehên lojîstîkî û leşkerî ku ew dever bi xwe mal û milkên niştecihên resen yên Serê kaniyê ne.
Cihên ku bûne baregehên leşkerî ev in:
Gundê Dawudiya Mele Selman, Gundê Bab El Ferec, Gundê Can Temr.
Çarenivîsa malbata Gulbuhar Oso wekî çarenûsa bi hezaran malbatên koçberên Serêkaniyê dimîne, ku xewna wan rojekê bi aramî vegerin ser mal û milkê xwe.
Tevî ku Koçberên Serêkaniyê gelek caran giliyên xwe pêşkêşî encûmenên serbazî yên girêdayî Artêşa Niştmanî Sûrî û Artêşa Tirkiyê û encûmenên xwecihî yên girêdayî "Hikûmeta Sûrî ya Demkî" kirine, lê mal û milk li wan venegiriya û roj bi roj hejmara kesên ku aliyê çekdaran û Tirkiyê ve bo Serêkaniyê têne veguhestin zêde dibin û li mal û mlikên kurdan têne bi cih kirin .