Konferansa Dîyaloga Netewî ya Sûrîyê li Koşka Gel ya Şamê hate lidarxistin û li gor medyaya Sûrîyê nêzîkî 550 kes beşdar bûn.
ji ber ku ew nehatibûn vexwendin Partîyên sîyasî yên Kurdên Sûrîyê ev konferans rexne kirin, lê komteya amadekar ya konferansê dibêje ku beşdar wek kes hatine vexwendin, ne wek nûnerên pêkhate û partîyên sîyasî.
Çavdêrê sîyasî Dr. Ferîd Sadûn, ku hefteya borî ew bi xwe berdevkê komîta amadekar ya konferasê Hesen Dixêm li Şamê dît, ji Dengê Amerîka re got ku konferans yekalî ye.
"Nûnerên kêmahîyên olî, mezebî û nijadî jî nehatine vexwendin," Sadûn got.
Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka, hejmarek ji kesîtîyên Kurd yên ji alîyê komîteya amadekar ve hatin vexwendin.
Fehed Sebrî, ku rojnamevan e û niha li Şamê dimîne, ji alîyê komîta amadekar ya konferansê hat vexwendin, lê wî vexwendin red kir.
"Kesên Kurd ku di konferansê de amade ne, nikarin nûnertîya gelê Kurd bikin," Sebrî got.
Tevgera sîyasî ya Kurdên Sûrîyê rexneyên tund li komîteya amadekar û konferasê kir.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) bi daxuyanîyekê got ku rêkxistina konferansê bi lezûbezî û tenê rojek berê hate ragihandin.
“Ev konferans biçûkxistina pêkhateyên sîyasî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî di nav de netewî ye û di amadekarî û plansazîyê de binpêkirina prensîpên mafê hevbeşîya niştimanî ya gelê Kurd e.”
Tevî rexneyên partîyên sîyasî yên Kurdî, konferans bi rêve çû, û serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Şeraa di kongreyê de axifî.
"Bûyerên niha sernavê qonaxeke nû ya dîrokî li Sûrîyê ne û welatê me bi kêşeyên mezin rûbirû ye," Şeraa got.
Li alîyekî din, partîyên Kurdî di nava Rêvebirîya Xweser de konferans rewa nabînin.
Hevserokê Partîya Kesk ya Demoqratîk Luqman Ehmê ji rexnekirina konerasê dûrtir diçe.
Ehmê anî ziman ku heger ev sîyaseta desthilatdarên nû be, wê çarenûsa wan ne dûrî ya rejîma berê be. Ehmê jî got ku ev konferans ne rewa ye.
Komîteya amadekar dibêje ku pêşnîyarên konferansê û encamên wê ji alîyê rêvebirîya û veguhêz ve were nirxandin ku biryar e di 1ê Adarê de desthilatê wergire.
Jibo guhdarkirina raportê, fayla deng vekin