Hêzên ewlekariya Tirkiyê ev demeke, herêm û bajarên kurdan kirîne armanc, berdewam biryarên qedexeya derketina derve dide, di rojên derbasbûyî de, li navçeya Silopî û Cizîrê yên girêdayî Şirnexê, heman biryara derketina derve ji malan hatiye dayin.
Dengê Amerîkayê ligel Şaredarê bajarê Silopiyê birêz Seyfettîn Aydemîr hevpeyvînek derbarê van bûyeran de, pêk anî. Di hevpeyvînê de, şaredar Aydemîr anî ziman ku êrîşên polîsên Tirk yên li ser gelê Silopî hîn berdewam in.
Birêz Aydemîr herwiha di derbarê qedexekirna derketina derve de, dibêje; “pêşîya 2 saetan polîsên Tirk hatin û derîyê mala me şikênandin, Parlementarê HDPê Ferhat Encu jî di mala me de bu, polîsan xwestin ku Birêz Encu binçav bikin.”
Hûn dikarin bi riya linka jêrîn guh bidin hevpeyvînê.