Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêzan Şêx Dilêr: Eger Herêm Pêgiriyê bi Rêkeftinê Neke, Îraq Rê Nade Firotina Neftê


Rêzan Şêx Kerîm, endama parlemena Îraqê
Rêzan Şêx Kerîm, endama parlemena Îraqê

Endameke parlementoya Îraqê weha şirove dike ku eger Herêma Kurdistanê pêgiriyê bi rêkeftina di navbera Herêmê û hikûmeta Bexda de nebe, wî çaxî Bexda rê nade Herêm serbixwe petrolê bifiroş e.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka (VOA) de, Rêzan Şêx Dilêr dibêje "Di rêkeftinê de rewatî daye Herêma Kurdistanê ku petrolê bifroşe, ev demeke derbarê firotina neftê şikayet li ser Herêmê hatiye tomar kirin, lê lihevhatina vê carê ewe ku herêmê dixwest jiber xerabiya rewşa aborî, petrolê bifroşe, jiber wê yekê bawer nakim, Herêm pêgiriyê bike."

Parlementara parlemena Îraqê zelal dike ku eger hikûmeta Herêmê pêgiriyê bi rêkfetina dualî neke, wî çaxî Bexda jî razî nabe herêm petrolê biforşe û dibêje "Bexda rê nade Herêm li gor heza xwe neftê bifroşe, bê ku pêgirî rêkeftinê nebe."

Rêzan Şêx Dilêr red dike ku pêkhateyên siyasî yên Îraqê bikar bin, rêgiriyê li hember lihevhatina di navbera Herêmê û Bexda de bikin, û got "Hikûmet berpirse ji bicih anîna biryarê ne ku aliyên siyasî".

Derbarê rewşa li Îraqê û nakokiyên di anva aliyên siyasî de û çareseriya wan nakokiyan, Rêzan Şêx Dilêr dibêje "Rewşa Îraqê di serdema DAIŞê de gelek xerab bû, xwepêşandan li bajarên jêriya Îraqê serî hildan, lê Îraq her xweragirtî ma, jiber wê yekê dema ku pêkhateyên siyasî dizanin metirsî li ser siberoja wan heye, ew bixwe lihev tên, weke din kolana Îraqî ti hêzeke siyas naxwazin, lê hêzên siyasî di nava xwe de lihev tên."

Li dawiya hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka Rêzan Şêx Dilêr, endama parlemena Îraqê derbarê encamdana hilbijartinên pêşwext li meha Oktobera îsal, îşraret bi wê yekê da ku pir zore hilbijartinek pak û dadwerane û dûr ji sextekariyan bihê encamdan, jiber ku çek di dest milîtanan daye, hikûmetê hêjî ew baladestî bi ser grûpên çekdar de nîne li hemî Îraqê, komsyona hilbijartinan jî bêalî nîne û got "Lê dema ku pêkhateyên siyasî jibo encamdana hilbijartinan lihev bên, ev dê karek sanahî be, ti bendeke yasayî ji benda pêkanîna budceyê jiber bihayê dolarî bi zehmetir nebû, gelek gotûbêj li ser çêbûn, lê dîsan jî lihevhatin çêbû, ti aloziyek weha çênebû û yasay hat derbazkirin." Rêzan got.

Raporta Kerkuk 04 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00

XS
SM
MD
LG