Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kupaya Cîhanî ya Futbolê Destpê Kir


Kupaya Cîhanî ya Futbolê Destpê Kir
Kupaya Cîhanî ya Futbolê Destpê Kir

Yekemîn Kupaya Cîhanî ku li parzemîna Efrîqa tê kirin, îro destpê kir.

Nêzîkî 90 000 hezar temaşevan ku piranîya wan rengên zer û kesk li xwe kirîbûn, îro Înîyê geheştine Stadyuma Futbola Johannesburgê. Di maça yekê de Efrîqaya Başûra mêvandar û Meksîko têne hemberî hev.

Di merasîma vekirinê de gelek stranvan û dansvan derketin ser dike û hunerên xwe pêşkêşî temaşevanan kirin. Serokê Efrîqaya Başûr Jacob Zuma û hevtayê wî yê Meksîkî Felipe Calderon li kêleka hev rûniştin û berê xwe dan pîrozbahîyan.

Dîmenên televîzyonê her wiha metranê navdar Desmond Tutu yê xelatgirê Nobelê jî nîşan da, ku rengên tîma Efrîqaya Başûr lixwe kirîbû û govendê digirt.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG