Hikûmeta Kuba ragihand ku jiber metirsîya belavbûna vîrusa korona meşa 1’ê Gulanê hatiye betal kirin.
Meşa 1’ê Gulanê yek ji çalakîyên herî girîng yên dewleta Kuba ye.
Serokê Kuba Miguel Diaz-Canel dîyar kir ku hemwelatî dikarin di wê rojê de li malê bimînin û bi lidarxistina ala welêt 1’ê Gulanê pîroz bikin.
Kuba hemî firînên bazirganî rawestandibûn û komeke li herêma Pinar del Rioa bi temamî xistibû bin karantînayê.
Li gor jêderên fermî, li Kuba hejmara pêketîyên vîrusa korona 200 e û wê vîrusê 6 kes kuştine.