Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) di raporta meha Tebaxê ya ser kuştina jinê de ragihand ku li Tirkîyê di 8 mehên îsal de 221 jin hatine kuştin.
Li gor raportê tenê di meha Tebaxê de 33 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û 15 jin jî bi gumanbarî kuştî hatine dîtin.
Platformê di raporta meha Tirmehê de jî ragihandibû ku li Tirkîyê 44 jin hatibûn kuştin.
Li gor raporta meha Tebaxê ew 48 jinên ku hatine kuştin, sedemê her yekê cuda be jî lê di ser binyateke de tê dîyar kirin.
“33 jinên ku ji alîyê zilaman ve hatine kuştin, sedema kuştina 17 jinan ne dîyar e, lê 14 jin jiber sedemên cihêbûn, nexwastina pêkhatin û zewacê hatine kuştin. 15 jin ji alîyê hevjînên xwe, 1 jin ji alîyê hevjînê berê, 5 jin bi destê evîndarên xwe, 3 jin ji alîyê xizmên xwe, 4 jin ji alîyê bavên xwe, 1 jin ji alîyê kurê xwe, 1 jin jî alîyê kesên ku li ser înternetê nas kirine ve û 3 jin jî ji alîyê kesên nenas ve hatine kuştin.”
Di raportê de tê ragihandin ku piranîya wan jinan li malên xwe, 4 li cîyê kar, 1 li nava trombîlê, 2 li cîyê xalî (tena), 2 li zevî, 1 li kolan, 1 li qeraxê avê û 1 jî li cîyekî nedîyar hatine kuştin.Di van kuştinan de çek wek amûrê serehî hatiye xebitandin û ji jinên kuştî 42 kes xwedîyê zarok bûne.
Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin radigîhîne ku ji 221 jinên ku hatine kuştin tenê 33 jin jibo parastinê serî li ewlekarî û dozgerîyê dane.
Platform xuya dike ku ev gilî û daxwaza parastinê ya jinan bi cîh nehatiye.
Platform, agahîyên Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê jî rexne dike ku hejmara qurbanîyan hindiktir nîşan dide.
“Wezareta Navxweyî di nav 7 mehên 2022’yan de hejmara jinên kuştî wek 151 eşkere kir, lê pêzanînên destê me nîşan didin ku di nav 7 mehan de 188 jin hatine kuştin.”