Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîstiyanên Îraqê li Bexda di Merasîma Cejna Easterê de Kom Dibin


Krîstiyanên Îraqî
Krîstiyanên Îraqî

Krîstiyanên Îraqî li Dêra Katolîk a Romanî ya li navenda Bexdayê ji bo merasima cejna Easterê(Cejna Rabûnê) roja Yekşemê di nav tedbîrên ewlehiyê de kom bûn.

Ji bo Kristiyanan, cejna Easterê rojek şahî û hêviyê ye, ji ber ku baweriya wan weha ye ku Hz Mesîh (Îssa) piştî ku hat xaş kirin bi ser mirinê serket û cardî rabû ve.

Li Iraqê, di pevçûn 20 salên dû hev de, civakên Krîstiyan yên kevnar, ku berê beşek zindî û pêkateyek giring bûn li Îraqê, niha wan pevçûnan ew belav kirin û wêran hiştin.

Tê texmîn kirin ku Iraq ku di sala 2003-an de dema ji hêla Amerîka û hevpeymanan ve hat girtin û ku dîktator Saddam Huseyn ji ser desthilatê avêtin, nêzîkî 1.5 mîlyon Kristiyan hebûn.

Dîroka wan vedigere sedsalên pêşîn yên peydabûna olan û dêrên Keldanî, Suryanî, Asûrî û Ermenî jî hene.

Niha, karbidestên dêrê texmîn dikin ku tenê çend sed hezar, yan jî kêmtir, di nav sînorên Îraqê de mane.

Manhal Kamil, qeşeyê Dêra Roman Katolîk li Bexda dibêje, "Ev pirsgirêkek mezin e," û anî ziman ku Krîstiyan dê vegerin malên xwe li Iraqê dema ku "aştiyek rastîn" hebe.

Kristiyan di nav komên yekem de bûn ku qelek zirar dîtin dema ku şerên mezhebî li îraqê piştî sala 2003an hat destpêkirin.

Di havîna 2014an de, çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê DIŞê " herêmên berfireh yên li bakurê bajarê Mûsilê dorpêç kirin û rûbereke berfireh ji welat control kirin, di nav de bajarok û gundên deştên Nînewa li bakurê Iraqê, xistin bin destê xwe.

Bi hezaran Krîstiyan ji ber pêşveçûnên wê demê yên çekdarên DAIŞê reviyan, xwe spartin herêma kurdistana Îraqê li bakurê welêt.

Çekdarên "Dewleta Îslamî" şûnwarên olî û dîrokî, di nav de keşîşxane, mizgeft, mezargeh, perestgeh û dêr li Sûriye û Iraqê wêran kirin.

Îro, piraniya dêrên li Iraqê bi dîwarên beton hatine dorpêçkirin da ku ji êrîşên çekdarî biparêzin.

XS
SM
MD
LG