Reuters ji bajarê Hewlêr radigihîne ku Kristîna keçek kirstîyan ya 6 salîye berî 3 salan ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê ve li bajarokê Qereqûş yê 15 kîlometran dûrî Mûsil ji aliyê başûrê rojhilat ve hatbû revandin dema jiyê wê 3 sal bûn.
Dayika Kirstîna dibêje "îro roja Şembî xweştrîn roje di jiyana min de dema ku Kristîna cardin jibo me hat vegerandin".
Herweha dibêje "helbet navê, ne dayîk, ne bavê xwe nizane û malbata xwe nas nake, jiber ku ew 3 salan di nav destên DAIŞ'ê de maye, lê dîsan Kristîna dê fêr bibe û car din me nas bike'', weke dayîka Kristîna dibêje.
Nîşanên xembarî û bê xewiyê li serûsîmayên dayika Kristîna bi zelalî tên dîtin, ji egera xema wê ya mezin çaxê keça wan li Tebaxa sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê hat bû revandin.
Dema 2014an çekdarên DAIŞ'ê bajarê Mûsil û herêmên dewrûber dagîr kir bûn, sê merc li pêşiya wan Kristîyanan danî bûn, yên ku nikar bûn xwe rizgar bikin ji wan re digotin: Yan hûnê bibin Misilman, yan hûnê Ciziyê bidin, yan dê bi fermana Şarî'ê, bi şîrî bên serjêkirin.
Malbata Kristînayê bi riya hind hevalên xwe yên Arab şiyan car din zaroka xwe bibînin û wê hembê bikin.