Parlemana Herêma Kurdistanê îro Sêşemê biryar da ku hilbijartinên giştî bi qasî heşt mehan paş bixe, piştî ku ew hilbijartin jiber alozîyên bi hikûmeta navendî, careke din hatibû paşxistin.
Biryar bû ku hilbijartinên parlemanî û ya seroktî di 1’ê Mijdarê de bihatana kirin, lê hatibû paşxistin. Heta niha daxuyanîyek nehate dayîn ku hilbijartina seroktî wê kengî li dar keve.
Herêma Kurdistanê di rewşeke pir xirab de derbaz dibe, piştî ku serokê herêmê Mesûd Barzanî biryara referanduma serxwebûnê dabû û Bexda jî wek bersîvsdanê dest bi operasyonan kiribû.
Hêzên Îraqî bajarê Kerkûkê û jimareke bajarên li Mûsil û Dîyala xistibûn bin kotrola xwe/
Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî ku partîya wî li parlemana Herêma Kurdistanê 24 kursî kontrol dike, bang li Barzanî û cîgirê wî Kosret Resûl kiribû ku dest ji kar berdin.
Hacî banga damêzrandina hikûmeteke rizgarî ya niştîmanî kir ku ji partîyên opozîsyonê pêk tê.