Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Ukrayna Guh Nade Danûstandinê Aştîyê


Kremlînê îro Sêşemê ragihand ku gotinên Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy nîşan dikin ku Kîev girîngî nade danûstandinên aştîyê.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskovser îdiam ku Zelenskyy bi gotinên xwe dîyar kir ku Ukrayna bi ti awayî aştîyê naxwaze.

Zelenskyy, di Hilcivîna G20 de bal kişandibû ser pûçbûna danûstandinên agirbestê yên Kîev û Moskowê.

Wî li ser du danûstandinên binketî yên li Mînskê gotibû ku bo statuya herêmên dagirkirî yên Ukraynî wê lihevkirineke nû ya wek peymana Mînsk 3 çênebe.

Almanya û Fransa di sala 2014 û 2015’an de bo rawestandina şerê li rojhilata Ukrayna ji Kîev û Moskowê re navbeynkarî kiribûn.

Di encama danûstandinan de li Mînskê peymanên agirbestê hatin îmza kirin, lê Kîev û Moskow niha hevdu bi pûçkirina wan peymanan tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG