Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ser girjîya bi Ukrayna re dixwaze danûstandin û dîplomasî çêbe.
Reutersê ji zarê Kremlînê da zanîn ku bo Moskowê daxwaza Serokê Amerîka Joe Biden ya bo danûstandin û dîplomasîyê nîşaneke erênî ye.
Kremlînê dîyar kir ku banga Biden ya bo welatîyên Rûs tiştekî erênî ye, lê da zanîn ku ger ew bang li welatîyên Ukrayna bike ku ew êrîşî hevdu nekin ewê çêtir be.
Moskow pevçûnên li rojhilata Ukrayna wek şerekî navxweyî dibîne.
Kîev û welatên rojava dibêjin ku Rûsya li rojhilata Ukrayna piştgirîyê dide serxwebûnxwazan, lê Moskow wan îdiayan red dike.