Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Ew Ne li Bendê Ye ku Rutte Sîyaseta NATO Biguherîne


Rûsya îro Sêşemê ragihand ku ew ne li bendê yê ku Sekreterê Giştî yê nû yê NATO Mark Rutte sîyaseta wê hevpeymanîyê biguherîne.

Rutte, ku serokwezîrê berê yê Holanda ye, li şûna Jens Stolteberg dest bi kar kir.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re got ku ew li bendê ne ku NATO li ser xeta xwe ya berê xebatên xwe bimeşîne.

Peskov bi berdewamî got ku Serokê Rûsya Vladimir Putin, Rutte ji civînên berê baş nas dike.

‘’Demekê îhtimal çêbûn ku peywendîyên baş û pragmatîk çêbin - bi kêmî ve dîyalogeke wisa hat meşandin - lê paşê em dizanin ku Holanda li pozîsyoneke tund ya nelihevkirinê sekinî û nexwest ku ti dewlet bi me re peywendîyê çêke.’’

Rutte di vê demê de dest bi kar dike ku hêzên Rûsî li rojhilata Ukayna pêşve diçin û jibo hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka jî pirtir ji mehekê dem maye.

Wî îro Sêşemê li Brukselê ji rojnamevanan re got ku divê Ukrayna bi awayekî serbixwe û demokratîk hebûna xwe bidomîne û jibo vê yekê jî divê ew berpirsîyên xwe bi cîh bînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG