Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Piştî Serketina Trump Dibêje Moskow Dikare Dîyalogê Çêke


Rûsya îro Çarşemê piştî serketina Donald Trump ya di hilbijartinên 2024’an de ragihand ku peywendîyên bi Amerîka re bi awayekî dîrokî di asta nizm de ne, lê ew jibo dîyalogê vekirî ye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov got ku wan hay ji planên Serokê Rûsya Vladimir Putin yên ser pîrozkirina Trump tuneye.

Peskov piştgirîya Amerîka ya jibo Ukrayna bi bîr xist û got ku divê ew ji bîr nekin ku ew behsa dewleteke wisa dikin ku dijî Moskowê di şer de ye û ne dost e.

Li ser pirsa rojnamevanekî, ku got ku ger Putin pîrozkirina Trump red bike ewê peywendî xirabtir bibin yan ne, Peskov got ku jixwe peywendî bi awayekî dîrokî di asta xirab de ne û ewê siberoj li gor helwesta serokê nû yê Amerîka çêbe.

Peskov got ku Putin jimareke caran gotiye ku ew bi dadmendî û wekhevîyê dikare dîyaloga avaker çêke û ew dikarin guh bidin ser fikarên hevdu.

Wî dîyar kir ku Trump dema kempeyna xwe ya hilbijartinê gotinên tund kirine, lê di heman demê de gotiye ku ewê dubareyên ser domandina şerên berê û çêkirina yên nû bisekinînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG