Hikûmeta Bulgaristanê îro Çarşemê ragihand ku serokwezîr û wezîrê berevanî jibo hevdêtinên bi rêberên Ukraynayê, wê herin wî welatî.
Ofîsa ragihandinê ya bulgarê ragihand ku Serokwezîr Kiril Petkov û Wezîrê Berevanî Dragomir Zakov, îro bi endamên parlamanê diçin Bulgarya.
Ofîsê da zanîn ku şandeya Bulgarî li Kîevê bi Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy û Wezîrê Berevanî Denys Shmyhal hevdîtinê pêk bîne.
Petkov û şandeya bi wî re herwiha bi Bulgarîyên li Ukraynayê jî bicivin ku hejmara civata Bulgarî li wî welatî digiheje 200 hezar kesan.
Li ber e endamên şandeya Bulgarî seredana Borodyanka, Bucha û Irpin li herêma Kîevê bikin ku zararên êrîşên Rûsî bi çavên xwe bibînin.