Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanê Koçberan Ber bi Amerîka Ve Û Tîma Biden Dixwaze Wan Rawestîne


Arşîv: Karwanê Koçberan li Guatemala
Arşîv: Karwanê Koçberan li Guatemala

VADO HONDO, Guatemala, Reuters 17 mehê radigihîne ku hêzên ewlekariya Guatemala roja Yekşemê bi dar û gazên rondikrêj bersinga karwanek mezin yê koçberan girt ku ber bi Amerîka ketine rê, ku çend roj mane rêveberiya nû ya Amerîka dest bikar bike, daxwaz ji koçberan tê kirin ku dev ji geşta ber bi Amerîka berdin.

Di navbera 7000-8000 koçber ku di nav de malbat û zarok jî hene ji roja Înê ve ketine di nav axa Guatemala de, ku jiber hejarî û û tundiyê direvin li herêma ku li meha Mijdarê rastî pêlên vîrusa korona û bahozan lidûv hev hatbû.

Nêzî 3000 hêzên ewlekariya Guatemalî li gundê Vado Hondo li rojhilatê welat sibeya Yekşemê pêşiya karwanê koçberan girt, dîmenên videoyê yên ku ji aliyê hikûmeta Guatemalî hatine weşandin didin diyar kirin ku sedan koçber dîwarê hêzên ewlekariyê pal didin û bi çovan bersinga hêzên ewlekariya digirin, şer û pevçûn di navbera wan de derketiye hejmarek nediyar birîndar bûne, hêzên ewlekariyê jî gaza rondikrêj avêtiye wan, peyamnerê Reuters gotiye hêzên ewlekariyê bombeyên dengî avêtiye wan bi armanca jihev belav kirinê.

Karwanên koçberan ji Guatemala û Hondurasê ber bi Meksîk ve tên da ku xwe bigehînin Amerîka, tê çaverê kirin ku bi tundî li Meksîk rêgirî li karwanên koçberan bihê girtin.

Şeva borî hikûmeta Meksîkî daxwaz ji welatên Amerka Navendî kirîye ku koçberên xwe yên ber bi Amerîka ve tên rawestînin û divê pandemiya COVID-19 liber çav bigirin.

Meksîk dibêje ew pêgiriya rêxistinî ya karê li dij hatina koçberên ne yasayî dike.

Piştî çendîn salan yekemîn karwanê koçbera berê xwe dide Amerîka dema ku kêmtir ji hefteyek maye Joe Biden yê Demokrat bihê ser desthilatê, yê ku banga tevgeriyanek mirovahî bo dosya koçberan dike ku desthilatdarîya Donald Trump yê Komarî tedbîrên tund standbûn û siyasetek tund li hember koçberan hebû.

Girêdayî pirsa koçberan berpirsekî tîma Biden ya veguhastina desthilatê bê ku zelal bike rexne li kesên ku ne di xêra Amerîka de ne, kirin.

Berpirsî got "Serketin bi ser arêşên ku kaos û tundî li paş xwe hiştin yên siyaseta 4 salên borî û li pêşiya hemiyan pirsgirêka COVID-19 dê demekî dirêj bikêşe." Berpirsî herwiha da zanîn ku "Koçberiya ber bi Amerîka dê bi şêweke ne normal xeter be, divê ku rûniştvanên li herêmê guh nedin teşwîqkirina derew ku dibêjin meha bihê hemû sinorên me dê ên vekirin."

Wî berpirsî dîsan got, rêveberiya dahatî dê bi şêweke bingehîn sedemên koçberî û berfireh kirina yasa û rêbazên koçberiyê lêkolîn bike û hizir li mafê penaberiyê bike.

Hikûmeta Meksîkî û welatên Amerîka Navendî bihevkarî kar dikin jibo standina tedbîrên ewlekarî û saxlemiyê jibo liv û tevgeryana girseyên xelkî li herêmê bi giştî.

XS
SM
MD
LG