Qedexeya nêçîra masîyên Behra Wanê di 15 Nîsanê de destpêkir û dê heya 15 Tîrmehê berdevam bike.
Di nava vê demê de ew masî jibo xerzkirinê ji nava ava soda û şor ya behrê, koçî avên şîrin dikin.
Masîyên firînok dijî pêlên çem alîyê jor ve koç dikin û dîtbarîyek pir balkêş radixin ber çavan.
Di nava 3 mehan de masîyên firînok dê xerzên xwe li çem û rûbarên li derdora behra Wanê dayne û pişt re dîsa vegere cîhê xwe yê berê.
Di vê rêwîtîya bedew de pir astengîyên wekî avakirina bendavan, nêçîra masîvanan û ya qaqlîbazan derdikevin pêşberî wan.
Di rojên destpêkê yên qedexeye de hêzên ewlekarîyê torên hin masîvanan li bajarokê Begirîya (Muradîye) Wanê dest danîn ser û lêpirsîn dan destpê kirin.
Cîgirê Serokê Komela Jîngehê ya Wanê (ÇEV-DER) Bazî Aslan got ku jibo parastina masîyên firînok qedexeya nêçîrê têra nake.
“Her sal jibo zêdebûn û parastina masîyên firînok qedexeya nêçîrê tê ragihandin, lê ev têr nake. Ya herî giring ew e ku divê rûniştvanên derdora behra Wanê werin perwerde kirin û hişmendîya parastinê pêş bêxin. Di dema qedexeya neçîrê de em li kolanên bajêr dibînin ku li ser dezgehan masî tê firotin. Eger em van masîyan nekîrin, masîvan jî wan nagirin.”
Aslan herwiha da zanîn ku li ser ceman çêkirina bendavên hilberîna ceyranê jibo masîyên firînok yên Behra Wanê xeterîya herî mezin e.
Hêjayî bîrxistine ye ku bi destûra hikûmeta Tirkîye li ser çemên derdorên Behra Wanê bi giştî 32 bendavên hilberîna ceyranê hatine ava kirin.