Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Çaremê ragihand ku di 24 saetên dawî de 94 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.
Wî di televîzyona dewletê da got ku hejmara giştî ya mirinên ji vîrusa korona jî giheşt 5,391 kesan.
Cîhanpur dîyar kir ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî giheşt 85,996 kesan.
Raporteke parlamana Îranê ya hefteya borî bal kişandibû ku îhtîmal e hejmara rastîn ya mirinên jiber vîrusa korona ji agahîyên ku wezareta saxlemîyê dane, du qat û hejmara bûyerên pêketina korona jî deh car zêdetir bin.
Îran ew welatê li Rojhilata Navîn e ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran kes bi nexweşî ketine û mirine.