Îstixbarata Koreya Başûr îro Çarşemê ragihand ku leşkerên Koreya Koreya bakur tevî hevbendên Rûsî ketine operasyonên dijî hêzên Ukraynî.
Piştrastkirina Seulê di vê demê de tê ku hevkarîya Koreya Bakur û Rûsya jibo Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî fikaran çêdikin.
Li gor ragihandina îstixbarata Koreya Başûr, tê texmîn kirin ku yekîneyên Koreya Bakur di nav du hefteyên dawî de derbazî herêma Kurskê.
Îstixbarata Koreya Başûr dîyar dike ku leşkerên Koreya Bakurî li qada şer ketine operasyonan.
Medyaya Koreya Bakurî do Sêşemê ragihand ku Pyongyangê meha Hezîranê bi Moskowê peymanek îmza kiriye ku li gor wê peymanê her du alî gava bi êrîşên re rûbirû bimînin alîkarî didin hevdu.
Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte do Sêşemê dîyar kir ku hevkarîya aborî û leşkerî ya Rûsya ya bi Çîn, Koreya Bakur û Îranê re dijî Ewrupa, Hînd-Pasîfîk û Amerîkaya Bakur gefan çêdike.
Rûsya ku Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukraya kir û pêşveçûna xwe didomîne.
Ukrayna radigihîne ku hêzên wê heftya borî bi leşkerên Koreya Bakur re pev çûne ku li gor texmînan li Kurskê 11,000 leşkerên wî welatî hatine bi cîh kirin.
Jêder: Reuters, VOA