Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr û Îran Ser Jinûve Derfirotina Petrolê û Berdana Diravên Îranê Gotûbêjan Dikin


Ala Îranê
Ala Îranê

Wezareta Derve ya Koreya Başûr îro Çarşemê ragihand ku Koreya Başûr û Îran ser jinûve derfirotina petrola xav ya Îranê û serbestberdana diravên Îranê gotûbêjan dikin.

Jibo serbestberdana diravên astengkirî yên Îranê pêwîstî bi erêkirina Amerîkayê heye.

Koreya Başûr roja Înîyê dabû zanîn ku wan bi hevkarîya sazîyên wek ofîsa kontrolkirina hebûnên bîyanî ya Xezîneya Amerîkayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) qasî 18 milyon dolar ji diravên cemidandî yên Îranê yên li Koreya Başûr, bo deynên Îranê li NY daye.

Wezareta Darayî ya Koreya Başûr ragihandibû ku Îran ji wan dixwaze ku deynê wê yê bo endamtîya NY bi diravên cemidandî demûdest were dayîn.

Îranê hefteya borî gotibû ku wê di Civata Giştî ya NY de mafê xwe yê dengdanê bi sedema ku deynê xwe nedaye, winda kiriye.

Tê çaverê kirin ku wê Îran di nava vê heftayê de mafê xwe yê dengdanê li NY jinûve bidest bixe.

Tehran daxwaza berdana nêzîkî 7 mîlyar dolar ji diravên xwe yên ku jiber toleyên Amerîka li bankên Koreya Başûr asê mane dike û dibêje ku Seoulê ew dirav "dîl" kiriye.

XS
SM
MD
LG