Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seul Dibêje Pirtir ji 10,000 Leşkerên Koreya Bakurî Derbazî Rûsya Bûne


Wezareta Berevanî ya Koreya Başûr îro Sêşemê ragihand ku pirtir ji 10,000 leşkerên Koreya Bakur jibo piştgirî bidin hêzên Rûsî derbazî Rûsya bûne.

Wê wezaretê dîyar kir ku pareke mezin yan wan leşkeran Kursk jî di nav de li herêmên enîyan in.

Medyaya Koreya Başûr dîyar kiribû di pevçûnan de heta niha bi qasî 40 leşkerên Koreya Bakur hatine kuştin, lê Wezareta Berevanî ya Koreya Başûr got ku ser wê mijarê ti agahîya wê tuneye.

Ev ragihandina Koreya Başûr çend saetan li dû daxuyanîya Pentagonê hat ku wê dabû zanîn ku li Kursk ya nêzî sînorê Ukrayna bi kêmî ve 10,000 leşkerên Koreya Bakur hene, lê ew niha nikare piştrast bike ew ketine pevçûnan yan ne.

Îstixbarata Ukrayna dibêje di nav wan de 3 general bi qasî 12,000 leşkerên Koreya Bakur li Rûsya ne û ew li 5 navendên leşkerî perwerde dibin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG