Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Malbata Kurd Ya li Konya, li Stenbolê Jî Tê Şermezar Kirin


Li Stenbol meşa protesto kirina kuştina 7 endamên malbateke Kurd li bajarê Konya li Tirkiyê
Li Stenbol meşa protesto kirina kuştina 7 endamên malbateke Kurd li bajarê Konya li Tirkiyê

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasîyê li taxa Beyoglu ya Îstenbul’ê bi daxuyanîyekê kuştina 7 endamên malbateke Kurd ya li bajarê Konya’yê şermezar kirin.

Hejmareke berpirs û hin parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)ê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de bi hezaran kesan kuştina malbata Kurd ya li Konya’yê ku 7 kes ji heman malbatê di êrîşekî nijadperestî de hatibûn kuştin, li Îstenbul’ê protesto kirin.

Daxuyanî li pêş pankarta "Dijî nîjadperestî û faşîzmê em bibin yek. Bijî biratîya gelan" de hat dayîn.

Berîya vê daxuyanîyê parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, anî ziman ku dê li dijî feraseta yek ziman, yek netew, yek olî bi feraseta biratîya gelan, karkeran û olan têbikoşin û wiha got, "Emê desthilata kesên xwînmêj hilweşînin. Dê hemû gel û jin werin cem hev û dawî li feraseta netew dewletê bînin."

Piştre jî li ser navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasîyê, Egecan Ozgur daxuyanî xwend. Ozgur, dîyar kir ku êrîşên nîjadperest, jiber axaftinên sîyasetvanan yên nijadperestî dibin û wî destnîşan kir ku ev êrîşan plankirî û organîzekirî ne, wê weha got, "Gelê Kurd ji berê ve li dijî komkujîyan û nîjadperestîyê li ber xwe dide. Tu carî dev ji biratîya gelan, azadîyê berneda. Emê li hember van êrîşan serî netewînin. Emê jibo dadmendî, azadî û jîyaneke birûmet, jibo biratîya gelan û wekhevîyê têkoşîna xwe bilind bikin."

Bi belavbûna girsêyê komeke ciwan û hin rojnamevanên ku daxuyanî şopandin li taxa Kasimpaşa bûn armanca erîşêke nijadperest û hin rojnamevan û ciwan birîndar bûn.

Raporta Stenbolê 01 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00

XS
SM
MD
LG