Kongresa Amerîka, piştî 40 sal cara yekê desthilata serokê wî welatî ya bo êrîşa navokî nîqaş kir.
Di rûnîştina li Komîteya Peywendîyên Derve de, hin senatoran bi fikar dîyar kir ku dibe ku Serok Trump êrîşeke navokî bide destpê kirin, hin senatorên din jî da zanîn ku divê serok bê ku parêzer tiştekî bibêjin bikare tevbigere.
Kongresê cara dawî di Adara 1976’an de ser vê mijarê nîqaş kiribû.
Trump, di meha Tebaxê de dabû zanîn ku ger Koreya Bakur mezinkirina bernamaya xwe ya navokî bidomîne, ewê ‘’agir û hêrseke ku berê nehatîye dîtin serbest berde’’
Meha borî, serokê komîteyê Senator Bob Corker yê Komarî, dîyar kiribû ku Trump ‘’Amerîka dixe rêka Şerê Cîhanê yê 3’yan’’
Senator Chris Murphy yê Demokrat di rûniştinê de got ku ‘’Jiber tewşbûna serok û peyvajoya wî ya biryarê ya nerast û berovajî berjewendîyên neteweyî ya Amerîka, îhtîmala wî ya destpêkirina êrîşa navokî em ketine fikaran’’
Yek ji pisporên li rûniştinê, C Robert Kehler, ku di navbera 2011-2013’an de fermandarîya strateîk ya Amerîka kiribû, dîyar kir ku ew di erka xwe ya berê de bi şertê ku qanûnî be, ewê fermana serok bînê cîh.
Kehler da zanîn ku gava ew ji qanûnîbûna fermanê ne bawer be, ewê bi şîretvanên xwe bişêwire.
Kehler got ku ‘’Di hin rewşan de, minê bigota bo bicîhanîna fermanê ne hazir im’’, ser vê Senatorê Komarî Ron Jonson got ku ‘’Lê paşê ewê çi bibe?’’, Kehler ew pirs bi ‘’Nizanim’’ê bersivand.
Profesorê Zanista Siyasî yê Zanîngeha Duke Peter Feaver bi bîr xist ku jibo ku fermana êrîşa navokî bi cîh were, divê karmendên li hemî astan bipejirînin.
Parêzan da zanîn ku Wezîrê Berevanî û hin fermandarên artêşê ewê ser biryarê danûstandinan bikin.
Cîgirê Wezîrê Berevanî yê berê Brian McKeon dîyar kir ku ger serok bi lez biryarê bide, ewê karbidestên artêşê peyvajoyê bidin rawestandin.
Di dawîya rûniştinê de senator û pisporan ser modernkirina alavên navokî li hev kir.