Kongresa Amerîkî encama Desteya Hilbijêran ya ser hilbijartinên seroktîyê yên 3’yê Mijdarê pejirand.
Joe Biden yê Demokrat li hember Serok Donald Trump yê Komarî yê 232 dengên delegeyan sitandibûn, 306 delege bi dest xistibûn.
Di rûniştina hevbeş ya Civata Nûneran û Civata Senatoran de, ku Cîgirê Serok Mike Pence rêberîya wê kir, dengên delegeyan hilbijêr yên eyaletan li gor rêzên navên wan hatin hejmartin.
Ji her du civatan, hin Komarîyan ser encamên Pennsylvania û Arizona îtiraz kirin. Ew îtiraz jiber ku ji her du civatan jî herî kêm ji alîyê endamekî ve hatin gotin hatin qebûl kirin û rûniştina hevbeş hat rawestandin.
Li Civata Nûneran û Civata Senatoran ew îtiraz hatin nirxandin û di dengdanê de li her du civatan jî hatin red kirin.
Xêncî wan eyaletan, bo ti eyaletên din îtiraz çênebû û di encama hejmartina dengên delegeyan de serketina Biden bi awayekî fermî hat qebûl kirin.
Encamê rûniştinê Mike Pence ragihand. Pence dîyar kir ku Biden û Kamala Harris bo seroktî û cîgirîya wê dengên pêwîst sitandine û ewê di 20’ê Çileyê de bi awayekî fermî dest bi kar bikin.
Rûniştina Kongresê ya ser hejmartina dengên delegeyên bo hilbijartina serokê Amerîka yê nû bi giştî merasîmeke ji rêzê ye, lê jiber îdiayên Trump yên ser ‘’sextekarîyên di hilbijartinan de’’ ew rûniştina dawî bi awayekî din çêbû.
Bi hezaran lîgirên Trump yên li Washington ya paytext kom bûbûn, piştî mîtîngê ber bi Kongresê ve meşîyan û hin ji wanan barîkat derbaz kirin ketin hindur avahîyê.
Li ser gurbûna girjîyê, rûniştina li Kongresê hat rawestandin endamên wê hatin derxistin. Di bûyerên li pêş û li hindur Kongresê de 4 kesan jîyanên xwe ji dest dan û 52 kes jî hatin girtin.
Piştî çend saetan ewlekarîya li Kongresê jinûve hat çêkirin û rûniştina hevbeş dîsa dom kir.