Dengê teqeyan li nêzîk deriyê torîstan yê kongrêsê Amerîkî li paytext Washington hat bihîstin, hêzên ewlekariyê demildest avahî ji hatin û çûnê daxist.
Hat ragihandin ku ew kesê teqe kirî hatiye girtin û polisek birîndar bûye.
Polîsê Kongrêsê Amerîka da xuyakirin ku dengê gulleyan di avahiyê kongrêsê de hatiye bihîstin, bang li her kesî hat kirin ku ji avahî dûr bikevin, Koşka Spî û avahiyê kongirêsê ji aliyê hêzên ewlekariyê de hatine parastin, daxwaz ji herkesî hatiye kirin ku ji herêma bûyerê dûr bikevin.
Gotebêjê polîsên Kongrêsê heya niha liser bûyerê hîç bersiv û daxûyaniyek nedaye.
a niha di dema amadekirina vê Nûçê de dengê ambulansan hat bihîstin.