Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîta Bilind Ya Ewlekariyê li Silêmaniyê li Ser Protestoyan Daxuyanî Dide


Komîta Ewlekariyê ya Parêzgeha Silêmaniyê
Komîta Ewlekariyê ya Parêzgeha Silêmaniyê

Piştî ku li hin herêm û bajarokaên Herêma Kurdistana Îraqê, dîsan xwepêşandan hebûn û hejmarek jinan jî beşdarî di xwepêşandan kirbû û şer û pevçûn di navbera xelkê nerazî û hêzên ewlekariyê de derketbûn û hejmarek xwepêşander hatine kuştin û pêşmergek jî doh li Pênciwîn giyanê xwe ji dest dabû, hêzên elwkeariyê li Silêmaniyê tedbîrên tund distînin û li bajarokan belav dibin.

Çarşemê derbarê rewşa xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê, Komîta Bilind ya Ewlekariya Parêzgeha Silêmaniyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku hêzên ewlekariyê êdî rê nadin xwepêşandanên bê destûrî pêk bên, agihdarî û daxuyaniya Komîtê wehaye:

- Hêzên Ewlekariyê êdî rê nadin xwepêşandanên bê destûrî bihên encam dan û berdewam bibin ku bibin sedema têkdan û tundûtîjiyê.

- Ji îro û vir de, hemû şêweyên kombûn, mîtîng û xwepêşandanên bê destêûrî ku ziyanê digehînin mal û milkên giştî tên qedexe kirin. Rê li hember Hêzên ewlekariyê vekirîye ku di çarçova qanûnê de tev bigerin.

- Hemû ew kesên ku ziyan gihandine saziyên dewletê û hemî ew kesên ku li pişt gor kirin û handanê bûn, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi rêyên yasayî dê hên desteser kirin.

- Daxwazê ji hemû aliyên siyasî dikîn ku bi berpirsyarî serederiyê li gel rewşa heyî bikin.

- Divê kenalên Mediyayê bi giyanek berpirsyarêtî serederiyê li gel bûyeran bikin.

Ji hejî bîrxsitinê ye çend roj in, xwepêşandanên nerazî li hind bajar û deverên Herêma Kurdistanê bi taybet li parêzgeha Silêmanî û Helebce qewimîn û li dij hikûmeta herêmê dirûşim bilind dikirin, di xwepêşandan de tundî derketbû û gelek avahiyên hikûmetê û partiyên siyasî hatine şewitandin û 6 xwepêşander ş pêşmergek hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG