Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duyemîn Komcivîna Zanîngehên Bakur Û Rojhilatê Sûriyê


2yemîn Komcivîna zanîngehên bakûr û rojhilatê Sûrîyê.
2yemîn Komcivîna zanîngehên bakûr û rojhilatê Sûrîyê.

Rojên 22ê-23ê vê mehê zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê 2yemîn komcivîna xwe ya berfireh li zankoya Rojava li Qamişlo lidarixst.

Di civînê de 60 delege ji rêveber û mamosteyên her sê zaningehên Bakur û rojhilatê Sûriyê amadebûn, her wiha hejmarek pisporên Kurd bi rêya video-konferansê beşdarî komcivînê bûn.

Di daxwiyaniyekê de ji bo Dengê Amerîka Hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdullah Mistefa got "Armanc ji civîna zanîngehan nirxandina rêziknameya hundirîn ya zanîngehan, her wihabi hêzkirina pirogram û pilansaziyên derbarî xwendinê li zankoyên bakur û rojhliatê Sûriyê."

Dr. Ebdullah Mistefa - Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dr. Ebdullah Mistefa - Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Di civînê de rêvebirnameyên zanîgehan hatin xwendin û paş re ji aliyê beşdaran hatine nirxanidin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Dr. Mistefa diyar kir ku rêvebirnameyên zangoyan li ser çar mijaran hatine dabeşkirin û lêkolîn di derbarê de hatine amadekirin, Dr. Mistefa got "Ew rêvebirname li ser çar beşaye, Rêvebernameya giştî, Sîstema nirxandinê, Kar û bare xwendekaran û Mecilsa jin di zanîngehê de."

Civîna zankoyan du rojan berdewam kir û tê de berpirsên perwerdê pirsgirêk û mijarên pêşxistina pergala xwendina zankoyan her wiha xwendina bilind nirxandin.

Beşdarên komcivînê geşbînin ku civîn bi encamin erênîbi dawî bibe.

Li herêmên Rêveberiya xweser Sê zanîngehe hene, Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo, Zanîngeha Kobanê li Kobanê, û Zanîngeha Şerq li bajarê Reqayê.

Zanîngeha Rojava mezintirîn zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê di sala 2016an de hat vekirin, neh fakulteyan pêk tê û 18 beşên xwendinê lê hene. Herwiha 5 peymangeh girêdayî zanîngehê hene ku 4 beşên xwendinê lê hene.

Raporta Qamîşlo 24 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG