Senatorê eyaleta Kentucky Mitch McConnell, ku çaverê ye bibe rêberê piranî li Civata Senatoran, dîyar dike ku ewê li ser hîn mijarên girîng bi Serok Barack Obama re kar bike.
McConnell dibêje, ewê hewil bide ku li ser babetên wek peymanên bazirganî yên navnetewî û reforma bacê, piştgirîya Serok Obama misoger bike.
Wî got, wan bi telefonê peyîvîne û li ser hîn mijarana axifîne ku her du alî dikarin ser hevbîr bin.
McConnell da zanîn ku dabeşbûna desthilatê nayê wê maneyê ku ti serkeftinên girîng ne pêkan e.
Berî hilbijartinên Sêşemê, Demokratan 55 ji 100 kursîyên Civata Senatoran kontrol dikirin, lê di hilbijartinan de Komarî, herî kêm 7 kursî li Arkansas, Colorado, Iowa, Montana, North Carolina, South Dakota û West Virginia qezenc kirin.