Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberekî Komeleya Zehmetkêşan di Şerekî ligel Artêşa Îranê de Hate Kuştin


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Endamekî komîteya serkirdayetîya navendî ya Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê di şerekî ligel artêşa Îranê de hate kuştin.

Jêder dibêjin ku endamê Komele yê bi navê Rêbwar Kerîmyan îro Pêncşemê di şerekî de navbera hêzên Komeleyê û leşkerên artêşa Îranê de hate kuştin.

Li gor agahîyan, şer di navbera herdu alîyan de li gundên Ûskol û Sîyanaw li nav sînorê Îranê qewimîye û di encamê de Kerîmyan hatiye kuştin.

Jêdereke payebilind di nav Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê de ji Dengê Amerîka re ragihand ku “ji demjimêr 12’ê nîvê şevê ve heta niha şer di navbera grûpeke Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê û artêşa Îranê de li gundên Ûskol û Sîyanaw didome.”

Wê jêderê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, herwiha da zanîn ku “di wî şerî de Rêbwar Kerîmyan, endamê komîteya serkirdayetî ya Komele hate kuştin û ji alîyê artêşa Îranê ve jî sê Pasdar hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn ku hinek ji wan bi ambulansê hatine veguhestin.”

Di hinek dezgehên medyaya Kurdî de hate ragihadin ku berpirsê hêzên leşkerî yên Komele Emced Hisên Penahî jî di şer de hatiye kuştin, lê Dengê Amerîka peywendî bi Penahî re kir û wî bi xwe ev nûçe derew derxist û got ku ew “bi selamet” e.

Ajansa fermî ya Îranê Tesnîm vîdyoya kuştina Rêbwar Kerîmyan belav kir û got ku “Rêbwar Kerîmyan, endamê komîteya serkirdayetî û fermandarê navdar yê Komele ku bi şêweyekê tîma terorkirinê hatibû nav Îranê, ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hate kuştin.”

Ajansa Tesnîmê ti agahî li ser hejmara kuştî û birîndarên artêşa Îranê belav nekir.

XS
SM
MD
LG