Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku artêşa Kolombîya bi kêmî ve 11 serhildayên berê yên FARC’ê kuştine.
Reutersê dîyar kir ku komeke serhildayên ku peymana aştîyê red dikin, roja Duşemê di daristeneke li başûrê Kolombîya de bi leşkeran re pevçûne.
Cîhê pevçûnê li eyaleta Puerto Leguizamo, li nêzî sînorê Ekvador û Peru ye.
Jêderên ewlekarîyê dibêjin li wê herêmê navendên çêkirina hişbiran jî hene.
Ji wê komê, ku navê wê Segunda Marquetalia ye, 4 kes jî hatin girtin.
Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC) di sala 2016’an de bi hikûmetê re peymanek îmza kir û belav bû.
Lê, fermandarên berê yên FARC’ê jî di nav de, hin endam peymanê red dikin û karên ser hişbiran dikin.
Hikûmeta Kolombîya dibêje ku niha du komên rikeber hene û hejmara wan 2400 e.
Li gor daxuyanîyên hikûmetê, ew kom sîvîlan û bizavkarên mafên mirovan dikujin û bo Kolombîya gefên herî mezin in.