Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gundê Kokanê ya Efrînê Bin Dorpêç û Givaştina Çekdarên Firqet El-Hemzat E


Gundê Kokanê li Efrînê
Gundê Kokanê li Efrînê

Çekdarên koma Firqet El-Hemzat êrîşî gundê Kokanê ya devera Mabeta li Efrînê kir û xwest ku dest dîne ser xanîyê gundîyekî, lê şênîyê gund pêşî li wan girt.

Welatîyê bi navê H. M, ku li hundir Efrînê ye bi rêya telefonê ji Dengê Amerîka re got ku çekdaran xwest xanîyê welatîyê bi navê Mihemed Cemîl yê 33 salî bistînin û malbata wî jê derxînin.

“Mihemed daxwaza wan qebûl nekir, loma çekdaran ew revandin û êşkence kirin. Dema şênîyê gund ev kiryar protesto kir, çekdaran gule be ser wan de barandin û 7 kes birîndar kirin û piştre dorpêç danîn ser gund”.

Li gor jêderên ji gundê Kokanê, kesên birîndar ku navê wan hatiye zanîn ev in: Mihemed Betal, Henan Ebdo, Elîfe Qasim, Cemîl Omer û Emîne Îbo.

H. M bal kişand ser hewilên destdanîna ser mulk û xanîyên welatîyên Kurd li Kokanê û gundên din yên Efrînê.

“Komên çekdar dixwazin Kurdan ji warên wan biqewitînin û Erebên ji Îdlibê direvin li şûna wan tê de bi cîh bikin. Ew gefan li gelê Efrînê dikin. Wan çira kesk daye alîgirên xwe ku mal û mulkê gel talan bikin.”

H. M dîyar kir ku gundê Kokanê ji roja Çarşemê de di bin dorpêçê de ye û çekdar nahêlin ti kes ji gund derkeve yan kesek derbazî gund bibe.

“Rewşa gundîyan pir xirab e û meclîsên ku Tirkîyê erkdar kirine sebî sekinandina çekdaran kok tiştek nekirine”.

Hêjayî gotinê ye ku piranîya çekdarên koma Firqet El-Hemzat Tirkmen in. Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ev kom wek hemû komên çekdar yên din li Efrînê, fermanên xwe ji artêşa Tirk digirin.

Komîteya Lêkolînan ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kiribû ku li Efrînê 50 komên çekdar hene û ev kom bi tawanên şer û yên dij mirovahîyê tawanbar in.

NR_05_31_2019_Kokan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:37 0:00

XS
SM
MD
LG