Bi destpêkirina operasyona Heyet Tehrîr El-Şam li dijî rejîma Sûrî û pêşketina wan ber bi Şama paytext ve, komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve ku bi navê (Artêşa Netewî) tên zanîn fersend dîtibûn û êrîş li dijî Minbicê pêk anîn.
Piştî kontrolkirina van koman ji Minbicê re wan xwestiye berê xwe bidin Kobanê ku eve du hefte ne şerên dijwar di navbera wan û HSDê de li bereyên rojavayê Kobanê anku li pira Qereqozaq û li bendava Tişrîn diqewimin.
Di vê navberê de, hêzên Amerîkî hefteya borî û doh jî serdana Kobanê kiribûn û li gor agahîyan, hatina wan jibo navbeynkarî û pêkanîna agirbestê li herêmê ye.
Her di çarçoveya hewlên agirbestê de ku Amerîka birêve dibe, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demikratîk general Mezlûm Ebdî ragihadibû ku wan 2 însyatîf pêşkêş kirine.
Însyatîfa yekê, rêdayîn jibo veguhestina gora Silêman Şah ji gundê Aşmê yê Kobanê ku li ser sînor e jibo cîhê wî yê berê li cem pira Qereqozaqê. Însyatîfa duduyê jî, amadebûna HSDê jibo çêkirian herêmeke bêçek li Kobanê û jinûve belavbûna hêzên ewlekarîyê di bin çavdêrî û hebûna Amerîka de.
Di bernameya Mijara Rojê de rewşa Kobanê û êrîşên têne ser wê, herwiha helwestên Kurdî û navnetewî di çarçoveya pêşhateyên li Sûrîyê de, hatin nîqaş kirin.
Rojnamevan û Çavdêra Sîyasî Xezne Nebî dîyar kir ku armanca Tikrîyê û komên çekdar dagirkirina Kobanê ye, daku piştre berê xwe bidin herêmên din û wan jî bixin bin kontrola xwe.
"Kobanê ne tenê sembol e ku hevkarîya HSDê ligel Kolaîsyona Navnetew ji wir destpê kir û karîbûn DAIŞê têk bibin, lê Kobanê îro bûye doz loma helwestên derdikevin ne têrker in ku bendekî ji gefxwarin û êrîşên Tirkîyê re dînin, divê givaşên xurtir li Tikrîyê bên kirin", Nebî got.
Ji alîyê xwe ve Birêvebirê Rêxistina Berçav Farûq Hecî Mustefa bal kişande ser guhertinên li Sûrîyê çêbûne ku divê Kurd jî li gor wan tevbigerin û xwedî yek helwest bin.
"Gereke Kurd li ser yek gotarê li hev bikin û daxwazên wan yek bin, loma pêdivî bi lêvegerekê heye ku nûnertîya Kurdan di karê dîplomasî de bike. Herwiha divê mafên Kurdan di siberoja Sûrîyê de werin misoger kirin ku welatekî demokrat û nenavendî were ava kirin", Hecî Mustefa got.
Herwiha Mislim Şêx Hesen Endamê Komîteya Sîyasî ya Partîya Yekîtî (El-Wihdê) got ku daxwaz û hêvîyên gelê Kurd ji tevgera sîyasî ya Kurd hene, loma ku girîng e lêvegereke Kurdî xwedî biryareke serbixwe hebe.
"Behsa gefên li ser Rojhilata Firatê tê kirin, lê divê em ji bîr nekin ku Efrîn hatiye dagir kirin, gereke xebat jibo wê jî were kirin ku herêmeke Kurdî ye. Herwiha divê Kurd weke pêkhateyeke serekî cîhê xwe di Sûrîyê de bigirin û di nivîsandina destûra nû de amade bin, çimkî bê Kurdan aramî li Sûrîyê wê peyda nebe", Şêx Hesen got.