Komeke endamên DAIŞe do çend êrîşên hovane kiribûn û bi dehan kesên sîvîl ku piranî kal û pîr, zarok û jin in qir kiribûn.
Yasir Beyro, ku li Kobanê wek mamoste dixebite, di hevpeyvîna Dengê Amerîka de li ser rewşa bajêr agahîyan dide.
"Rewşa îro ji do rindtir e û tirsa gel nemaye. Em tucar ji Kobanê dernakevin jiber ku zanin YPG û YPJ şerê çeteyên DAIŞê dike."