Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Cîgirê Serokê Desteya Rêvebir yê Kantona Kobanê Xalid Berkêl agahîyan li ser rewşa wî bajarî dide û jîyana gelê nav Kobanê dinirxîne.
Birêz Berkêl dibêje, tevî ewqas wêrankirin, ruxandin û talankirin, Kobanê berxwe dide û şervanên YPG bi lehengî şerê DAÎŞ dikin.
"Jiber şer li nav bajar û nav kuçeyan didome, pir zehmet e ku mirov bizane ew şer wê kengî bi dawî were, lê şervanên YPG sonda serkeftinê xwarinê û Kobanê ji çeteyên DAÎŞ paqij kin."