Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanê Nobedariya Siyê Ya Rûsî-Tirkî Dîsan Rastî Kevirbarandinê Tê


Gera siyê ya nobedariya hevbeş ya Rûsî-Tirkî îro roja Duşemê li rojhilata herêma Kobanê bi rêve çû.

Gera nobedariyê bi kûrahîya 10 km dûr ji sînorê Sûriyê û Tirkiyê bû, di ser 11 gundan re ji rojhilat ta başûr û rojhilata Kobanê re geriya.

Di gerê de 8 maşîneyên leşkerî û zirêpoş beşdar bûn, her aliyekî 4, ji gundê Merdsêmêlê destpê kir û ta gundê Taşlikê çû.

Nobedariya heftane ku biryar bû roja sêşemê pêk were, berî dema xwe bi rojekê derket, herwiha sibehê zû meşiya tersî her du carên berê ku nîvrojê derdiket.

Guhertina dema nobetdariyê weke hewldan jibo rast nehatina bertek û nerazîbûna gel tê şîrove kirin, ku di gerên hefteyên borî de şênîyê Kobanê derdiketin xwepêşandinê û helwesteke tûj ya nerazîbûnê nîşan didan.

Lê tevî vê yekê dîsa nobedarî rastî berteka rûniştavên gundê Têrî hat, ku kevir û şekal bi ser maşîneyên leşkerî yên hêzên Rûsî û zirêpoşên artêşa Tirk de barandin.

Li hember nerazîbûna gel zirêpoşên artêşa Tirk gaza rondikrêj bi kar anîn, jinek birîndar kirin, herwiha bi ser makîneyên sivîlan de ajotin û zerar gihandin 3 makîneyan.

Piştî kêm ji du seatan nobedariya hevbeş bi dawî bû, maşîneyên zirxîn yên artêşa Tirk vegeriyan nav sînorê xwe û yên Rûsî jî berê xwe dan nuqteya wan li girê Êzaê li rojavayê bajarê Kobanê.

Reyhan xanimek ji gundê Têrî gote Dengê Amerîka "Karwana wan di vêderê re derbaz bû û avête ser milet, û li malekê xistin".

Herwiha xanim Temra Nasan xelka gundê Têrî wê jî got"şîkandin ser makînên me, ji destpêka Rojava heta niha bi ser meda tên û nearamiyê dixwzin ma çi ji me dixwazin, millet vê qebûl nake".

XS
SM
MD
LG