Çend cangorîyên hêzên Asayîşê roja Çarşemê li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin oxir kirin. Firokên şerker yên Tirkîyê di 8ê Cotmehê de akademîya aAsayîşê li herêma Dêrîkê bombebaran kiribû û di encamê de 29 endamên Hêza Têkoşîna Dijî Narkotîkê jîyanên xwe ji dest dabûn û 28 kesên din jî birîndar bûbûn.