Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalisyona Navnetewî bi Firoke û Kamyonan Zêdetir Alavên Leşkerî Dişîne Sûriyê


Hzên Amerîka li Herêmên kurdan li Sûriyê
Hzên Amerîka li Herêmên kurdan li Sûriyê

Çavdarêya Sûrî Bo Mafên Mirov (SOHR) îro Şemiyê ragihand ku di gereke nû de Koalisyona navnetyewî zêdetir barên alîkariya leşkerî û lojistîkî şandin bingehên xwe yênm li bakurê rojhilatê Sûriyê ne.

Çavdêrî dide zanîn ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hêzeke nû ya leşkerî şandin baregehên xwe yên leşkerî li gundewarê Hesekê, û 25 kamyonên ku tankên sotemeniyê, sindoqên girtî û alavên lojîstîkî hilgirtibûn, derbasî deriyê sînorî yê El-Welîd kirin ku ji Kurdistana Iraqê dihatin. kamyonan ber bi baregehên leşkerî yên li gundewarê Hesekê ve çûn.

SOHR dide zanîn ku duh, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî firokeyeke barhilgir, ku ji Iraqê dihat û tê de alavên serbazî, çek, keresteyên lojîstîkî û leşkerên Amerîkî hilgirtibûn, anîn baregeha xwe li Xerab El-Cir li gundewarê Rumeylanê, li bakurê Hesekê, di nav helîkopter û firokeyên bêfirokevan ên Amerîkî de. li qada hewayî ya herêmê.

"Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî berdewam in li ser bihêzkirina baregehên xwe di nava axa Sûriyê de ji aliyê bejayî û asmanî ve," SOHR got.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG