Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) di van demên dawî de kar û bizavên xwe li Herêma Kurdistanê zêde kiriye.
Di salvegera dehan ya Serhildana 12'ê Adarê de hem li bajarê Silêmanî civîneke hevbeş ya bi navê "Piştgirîya jibo Rojava" hate darxistin û hem jî li Hewlêrê mîtîngeke girseyî hate kirin.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Hevseroka KNK'ê Xanim Nîlufer Koç li ser wan bernemeyan agahî dide.
Koç dibêje, ew wek KNK erka xwe dibînin ku bala gelê Kurd bidin ser Rojava jiber ku ew dem qonaxeke pir girîng e.
"Em bi partî û sazîyên sîvîl kom dibin ku ew jî dengê xwe jibo Rojava bilind bikin û piştgirêya xwe jibo wê perçê şkere bikin. Cîhê şabûnê ye ku dora 20 partî û rêxistin bi vekirî piştevanîya xwe ragihandin."