Nûçegihanê Dengê Amerîka ji bajarê Kerkukê radigihîne ku, herçende tiştek weha metrsîdar li bajarê Kerkuk nayê dîtin, lê xelk jiber alozya li bajêr ji paşeroja xwe ditirsin, bajêr bi cî dihêlin û direvin.
Dilşad Enwer nûçegihanê VOA li Kerkuk dibêje asayişa bajêr ku piraniya wan Kurd in, ji xwecihên ji bajêr derdikevin re dibêjin, ewlekarî heye çima hûn diçin? Lê kes bi ya endamên asayîşê nake û beşek ji xelkê kerkuk bajêr terk dikin, endamên asayîşê hewil dide bi zûrî nêhêle xelk bajar bi cî bihêlin.
Dilşad Enwer, dide zanîn ku, alayên Kurdistanê û wêneyên cangûriyên Kurd li gelek cî û cadeyên bajarê Kerkukê li cî û wek xwe mane, ne hatine hilandin û kesekî dest lê nedaye.
Hatîye belavkirin ku, dê lêkolîn û lêgerîn li bajarê Kerkukê di malan de bihên encamdan, ji sedema wê yekê xelkê Kurd ji bajêr derdikevin û qesta bajarê Hewlêr û Silêmaniyê dikin.
Temametiya hûrgiliyên liser Kerkuk û rewşa bajêr û derketina beşek ji Kurdan ji kerkuk guhdarî bike.